DÊRÎK – Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin înîsiyatîfa Komîna Ekolojiyê ya Ciwanan de bi Hûnera Stêrk re kampanyaya xwe ya ekolojîk li gundê Siwêdikê ya Dêrîkê dan berdewam kirin.
Siwêdikê ji ber çem û xwezayê xwe dibe cihê seyranê ji bo gelê heremê. Lê belê, ji ber avêtina çopê, ev der hat xirabkirin û av tijî gamar bû.
Ciwan, niştecih û zarok rojekî li ber ava Siwêdikê paqijî kirin, bi armanca ku gel şiyar bikin û zihniyeta parastina xwezayê bidin ava kirin.
Di dawiyê de koma Cûdî ya ciwanan ya çand û huner ya Dêrik stranên xwe yê welatparêz pêşkêşkirin ji bo bilindkirina moralê çalakvanan.
Endamên tevgera ciwanan diyar kirin ku kampanya dê bi tenê paqijkirinê sînordar nebe, bi çandina şitlan, parastina deverên dîrokî û xwezayî û gelek projeyên li ser bingeha ekolojiyê jî berdewam bike.



