HESEKE – Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD) duh bi şev dest bi operasyonekî li dijî şaneyên DAIŞ’ê. Ev operasyon bi taybetî kesên gûmanbar li taxên Gweranê û Ezîziyê hedef girt. 39 endamên DAIŞ’ê û çekên wan hatin girtin.
Ji bo lidarxistina vê hemle, xalên kontrolê li hemû bajarê Heseke hatin danîn û çûyîn û hatin heya saet 1’ê nîvro hat sekinandin.



