DIRBÊSIYÊ – Li bajarokê Zirganê, lîstoka dawî ya Lîga Şehîd Kendal a fûtbolê hat lîstin, di navbera tîmê Şehîd Leîth û tîmê Meşrak de. Turnove ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hat rêxistin kirin.
Di encamê de tîmê Şehîd Leîth bi 2-0 biserket û bû şampyonê turnoveya vê salê.
Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo zêdekirina aktîvîteyên werzişî di nav ciwanan de û pêşxistina hevgirtina civakî turnoveyan bi vî rengî lidardixe.



