SWÎSRE – Meşa Dirêj, ku her sal ji hêla ciwanên li Ewropayê ve tê birêvebirin, îsal dê bi şîara “Israrkirina li ser mirovahiyê israrkirina li ser sosyalîzmê ye” were lidarxistin. Meş dê di 9’ê Îlonê de li Kolnê dest pê bike û bi 33’yemîn Festîvala Çanda Kurd a li Dortmundê di 13’ê Îlonê de biqede.
Hunermenda Tev-Çand Farqîn Azad di nav kesên ku banga meşa dirêj kirin de bû.
Farqîn Azad girîngiya serdema heyî destnîşan kir û bal kişand ser meşa ciwanan:
“Em ji bo Rêber APO di heyamek krîtîk re derbas dibin. Divê em li ser vê yekê bisekinin û berpirsiyariyên xwe bicîh bînin. Em hemû ciwan û gelê xwe vedixwînin vê meşa girîng, ku dê ji 9’ê Îlonê heta 13’ê Îlonê bidome. Wekî Tev-Çand, em ê li wir cihê xwe bigirin û li kêleka ciwanan bimeşin.”
Meşvanên azadiyê dê di 9’ê Îlonê de li Koln, Almanya, li hev bicivin. Ew ê di 10’ê Îlonê de li Kolnê, di 11’ê Îlonê de li Düsseldorfê û di 12’ê Îlonê de li Dortmundê gavên xwe yên ber bi azadiyê ve bavêjin. Piştî Meşa Dirêj, ciwan dê di 13’ê Îlonê de li Dortmundê beşdarî Festîvala Çanda Kurdistanê bibin.
Hûrguliyên meşê wiha ne:
9’ê Îlonê, 2025 – Koln (Civîn)
10’ê Îlonê, 2025 – Koln (Roja 1)
11’ê Îlonê, 2025 – Düsseldorf (Roja 2)
12’ê Îlonê, 2025 – Dortmund (Roja 3)
13’ê Îlonê, 2025 – Dortmund (Festîvala Çanda Kurdistanê)
Têkilî:
Mail: [email protected]
WhatsApp: +33647925314
Telegram: @mesadirej2025
Aram Bagok //NC



