TEBQA- Ciwanên Efrînî li Tebqayê bi dirûşmeya “Di bin pêşengiya jin û ciwanan de, em ê Rêber Apo azad bikin û bi rûmet vegerin Efrîn” festîvalek werzîşê lidar xistin.
Di çarçoveya festîvalê de gelek çalakî hatin lidarxistin, ku hem ciwan û hem jî jin beşdar bûn. Bername bi maçek dostane di navbera jinên Efrînî û jinên Reqqayî de dest pê kir. Piştî vê yekê, tîma Ciwanên Efrînî ya Kantona Qamîşloyê û tîma Ciwanên Efrînî ya Tebqayê derketin meydanê. Maça bi coş di nav ciwanan de heyecanek mezin çêkir.
Di çalakiyan de, tîmên jin û ciwanan di şaxên cûda de werzîşvanî nîşan dan. Di dawiya festîvalê de, xelat ji tîmên beşdar re hatin dayîn, ku rola werzîşê di bilindkirina moral û hevgirtinê de hate destnîşankirin.


