REQA- Li Akademiya Ciwanan a bajarokê El Esediye yê kantona Reqayê, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê bi tevlibûna 25 ciwanan dewreyeke perwerdeyê vekir. Di perwerdeyê de pirtûka herî nû ya Rêber Ebdullah Ocalan a bi sernavê ‘’Menîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk’’ hate şîrovekirin.
Dewreya perwerdeyê 3 rojan berdewam kir, rêveberên Tevgerê pirtûk şîrove kirin, paşê di navbera ciwanan de li ser pêkanîna fikir û naveroka pirtûkê li ser erdê, nîqaş çêbû.
JI BO AVAKIRINA SÛRIYEYA SIBEROJÊ BANGA TEVLÊBÛNÊ
Hevseroka Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya kantona Reqayê Letîfa El Hesen hemû ciwanên Sûriyeyê vexwend ku tev li Tevgerê bibin.
Letîfa wiha axivî: “Bi rêya vê bangê, di pratîkkirina pergala menîfestoyê û birêvebirina vê pêvajoya hesas de, em dixwazin alîkariya wan bikin.”
Rêveberê Çalakiyên Ciwanan a Desteya Ciwan û Werzîşê ya Reqayê Îsmaîl El Elî anî ziman ku Manîfestoya Aştiyê ya Rêber APO ji bo qonaxa bê perspektîfên dihewîne û encamên pêkan ên ejîma navendî şîrove dike heke ev pergal li Sûriyeyê berdewam bike.
El Elî diyar kir ku demokrasî rêya yekane ye ku mafê hemû pêkhateyên Sûriyeyê misoger dike.


