Tevgera Ciwanên Şoreşger li Çiyayê Snowdonia 15’ê Tebaxê pîrozkirin

LIVERPOOL – Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Liverpoolê (TCŞ) li ser Çiyayê Snowdonia ya Brîtanyayê hate pîrozkirin.

Roja Yekşemê bi beşdariya ciwanan şahiyek hate lidarxistin. Ciwanan ji bo şahiyê heta lûtkeya çiyê meşiyan.

Çalakvanan flamayên Rêber APO, wêneyên Mahsum Korkmaz (Egîd), alên PKK, YPG, YPJ û pankarta “Bijî 15’ê Tebaxê” hilgirtin.

Piştî ku çalakvan gihîştin lûtkeyê, govend gerandin û dirûşmeyên “Bijî gerîla”, “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” berz kirin.

Li ser navê TCŞ’ê ya Liverpoolê Firat Amed axivî û destnîşan kir ku Pêngava 15’ê Tebaxê ne tenê şoreşek leşkerî ye, di heman demê de şoreşek îdeolojîk, siyasî û civakî ye jî.

Hevberdevkê Civaka Azad Hêrîş Silimanî vê rojê weke “şikandina zincîrên koletiyê” bi nav kir.

Dayika Şehîd Hedlê Pirsûs jî fermandar Mahsum Korkmaz bi bîr anî û peyama piştgiriyê ji bo pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” a ku ji hêla Rêber Apo ve hatiye destpêkirin da.

Di çalakiyê de ciwanan daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber APO kirin.

Pîrozbahî bi stranan, gerandina govendê û dirûşmeyên azadiyê heta saetên êvarê berdewam kir.

Nivîsa Pêş