NAVENDA NÛÇEYAN – Li seranserê Kurdistanê pîrozbahiyên bi coş di salvegera 41emîn a 15ê Tebaxê, Roja Vejînê de pêk tên. Ciwanên Kurd careke din pêşengiya çalakiyên bîranîna vê roja watedar kirin.
Ciwanan bi çalakiyên cûrbecûr Roja Vejînê pîroz kirin û pîrozbahî hîn jî berdewam dikin.
Derengiya şevê, ciwanan li navçeyên Bağcılar û Beyoğlu yên Stenbolê bi pankartan meş li dar xistin û 15ê Tebaxê bi fîşekên hewayî pîroz kirin.


