REQA – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Reqayê, bi hevkariyê Meclîsa Malbatên Şehîdan, merasîmekî ji bo bîranîna şehîd Nûredîn Sofî û Koçero Riha li dar xist.
Çalakî bi deqayekî bêdengiyê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê dest pê kir. Piştre li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan Hêva Bekir axaftinekî kir. Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Cemîla Mihemed axivî û tekez li ser pêwîstiya berdewamiya rêya şehîdan û parastina nirxên wan kir.
Sîpan Xelat strana “Ey Serok” pêşkêş kir, piştre jî belgefîlmekî li ser jiyan û tekoşîna şehîd Sofî û şehîd Koçero hate pêşkêş kirin.
Bîranîn bi şanoyekê bi dawî bû.



