NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneyên YCWK Amed li navçeyên Bağlar, Bismil û Yenîşehîrê bi fîşekên hewayî û pankartan Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê pîroz kirin.
Endamên yekîneyê diyar kirin ku moral û heyecana ku ji banga dîrokî ya Rêber Apo çêbûye, di salvegera pêngava 15’ê Tebaxê de gihîştiye lûtkeyê. Wan got, “Serdema nû dê bibe serdema ku em ê bi vê moral û heyecanê rêxistina xwe li her derê berfireh bikin û bi awayekî çalak beşdarî avakirina civakek demokratîk bibin. Bi vê boneyê, em hemû ciwanên welatparêz ên beşdarî pîrozbahiyan dibin silav dikin û ji wan re serkeftinê dixwazin.”



