TEBQA – Lîlav Şaban, keça malbateke ji Efrînî ku li Tebqayê dijî, beşdarbûna xwe di tevgera azadiyê de ragihand da ku bersivê bide aştî û civaka demokratîk a ku ji hêla Rêber Apo ve hatiye destpêkirin.
Biryara Lîlav Şaban bi şahiyek ku ji hêla malbata wê ve hatî organîzekirin hate pîrozkirin. Gelek kes ji Efrîn û Tebqayê beşdarî şahiyê bûn. Di şahiyê de, ku bi kêliyek bêdengiyê dest pê kir, dayika Lîlavê serbilindiya xwe ya bi keça xwe û rêzgirtina xwe ji bo biryara wê anî ziman. Biryara Lîlav Şaban a tevlîbûnê coşek mezin a raya giştî çêkir.
Di hevpeyvînek taybet de bi ajansa me re, Lîlav Şaban hestên xwe bi van gotinan anî ziman:
“Ez tevlî fikir û felsefeya Rêber Apo dibim. Ez bang li hemî ciwan û jinên ciwan dikim: Werin em xeta şehîdên xwe û xeta Rêber Apo xwedî derbikevin. Werin em destên xwe bikin yek û xwe li hember êrişên dijmin xwe biparêzin.”
Şahî bi girtina govendê bi dawî bû.


