Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: Pêngava 15’ê Tebaxê hîn jî encamên dîrokî diafirîne

Edîtor: Nucan Serdoz
13/08/2025 - 9:05
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
KCK: Nêrînên Rêbertî wê di sala nû de bibe rênîşana me ya têkoşînê
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera 41’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an daxuyaniyek weşand.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê got, “Pêngava 15’ê Tebaxê bi veguherîna dîrokî re di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de pêşketina xwe û afirandina encamên dîrokî dewam dike” û xwest, bi girîngiyeke mezin û tevlîbûneke girseyî bê pêşwazîkirin.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Em di salvegera 41’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an de ne ku di dîroka Kurdistanê de werçerxeke girîng e. Beriya her tiştî di şexsê Fermandar Egîd de em lehengên vê pêngava dîrokî hemûyan bi hurmet û hezkirin bi bîr tînin, ji ber ku pêşengî ji vê pêngava dîrokî re kirin ku nirxên mezin ji gelê Kurdistanê û mirovahiyê re afirand, em minetdarê wan e. Pêngava 15’ê Tebaxê ya Dîrokî di serî de li gelê me, li şehîdên me yên leheng û li Rêber Apo pîroz dikin ku kir malê gelê me û mirovahiyê. Vê pêngava dîrokî her wiha li Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, hevrêyan hemûyan, girtiyên azadiyê, jin, welatparêz, ciwan, gelên Rojhilata Navîn û cîhanê, hêzên sosyalîst û demokratîk, li dost û mirovahiyê pîroz dikin.

DIVÊ EM LEHENGÊN XETA 15’Ê TEBAXÊ BI RENGEKÎ HÊJA BI BÎR BÎNIN

Bi bîranîna vê pêngava dîrokî re em fermandarên xwe yên mezin Nûreddîn Sofî û Koçero Urfa û milîtanê ciwan ê dilmezin hevrê Bahtiyar Gabar bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînin ku neferên vê xetê bûn û şehadeta wan nû hate ragihandin. Di şexsê wan de şehîdên şoreşê û demokrasiyê bi hurmet bi bîr tînin û bejna xwe li ber bîranînên wan ên hêja bi hurmet ditewînin. Hevrêyên Sofî, Koçero û Bahtiyar weke milîtanên Apoyî li ser xeta 15’ê Tebaxê bi lehengî têkoşiyan û dîrok nivîsandin. Wezîfeya welatparêziyê û şoreşgerî ya bingehîn e ku em van lehengên xeta 15’ê Tebaxê bi rengekî hêja bi bîr tînin.

PÊNGAVA 15’Ê TEBAXÊ GAVEKE WELÊ YE KU RÊ LI BER DÎROKÊ XIST

Pêngava 15’ê Tebaxê pêngaveke dîrokî ye ku em encamên wê hîn jî dibînin. Yek ji werçerxên herî girîng ên dîrokê ye. Gaveke gelekî mezin e ku bandor li dîrokê kir û rê li ber dîrokê xist. Gelê Kurd ku hebûna xwe dihate înkarkirin û tinebûn lê dihate ferzkirin bi Pêngava 15’ê Tebaxê re bû xwedî ruh, hişmendî û îrade, li ser bingeha azadiyê xwe jinûve afirand. Mejiyê înkarê li Kurdistanê ser û bin bû, pêvajoya ber bi tinebûna neteweyî hate rawestandin, pêvajoya hebûna demokratîk a neteweyî destpê kir. Gotina ‘Jinûve afirandina xwe ji xweliyên xwe’ bi Pêngava 15’ê Tebaxê re li Kurdistanê veguherî rastiyê. Pêngava 15’ê Tebaxê ya Dîrokî ispat kir ku gelekî tinebûn lê dihate ferzkirin bi felsefe, pîvan û nirxên xeta 15’ê Tebaxê re dikare jinûve û hîn bi xurtî hebûna xwe misoger bike û nirxên mezin bide mirovahiyê. Ji ber vê yekê Pêngava 15’ê Tebaxê dîrokî ye û ne tenê ji bo gelê Kurd her wiha ji bo tevahiya mirovahiyê nirxên girîng afirandiye. Îro gelê Kurd, di serî de Tevgera Jinên Kurd bi nirxên xwe yên demokratîk, ekolojîk û azadîparêziyê, her wiha bi dînamîzma xwe ya xwe dispêre van nirxand, pêşengiyê ji têkoşîna demokrasî, azadî û wekheviyê ya gelan, jinan, çînên bindest û mirovahiyê re dike.

JI BO MIROVAHIYÊ HÎN JÎ NIRXAN DIAFIRÎNE

Pêngava 15’ê Tebaxê ya Dîrokî pêvajoyeke ku dewam dike. Hem ji bo gelê Kurd hem jî ji bo mirovahiyê hîn jî nirxan diafirîne. Têkoşîna azadiyê ya mezin hîn jî bi ruhê vê xetê û pîvanên wê bi pêş dikeve. Weke ku li dîrokê hate nivîsandin, Pêngava 15’ê Tebaxê ne tenê fîşeka destpêkê ya li hemberî dijminê qirker, mêtinger û înkarê bû, her wiha fîşekek bû ku li qereqolên di mejiyan de jî hate xistin. Bi qasî ku çalakiyeke leşkerî bû her wiha şoreşeke mejî bû. Ji ber vê taybetmendiya xwe encamên mezin afirand. Îro jî Pêngava 15’ê Tebaxê veguherîna dîrokî pêk tîne û di pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de pêşketinan û afirandina encamên dîrokî dewam dike.

DIVÊ BI MORAL, KELECAN Û TEVLÎBÛNEKE GIRSEYÎ BÊ PÊŞWAZÎKIRIN

Çawa ku heta niha hate kirin, ji niha û pê ve jî divê gelê me, hemû gel û dost Pêngava 15’ê Tebaxê ya dîrokî bi girîngiyeke mezin, bi moral, kelecan û tevlîbûneke girseyî pêşwazî bikin û pîroz bikin. Li ser vê bingehê em bang li her kesî dikin ku bi ruhê Pêngava 15’ê Tebaxê, bi dilsoziya xurt a bi azadiyê, hişmendiya demokratîk û rêbaza têkoşînê pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bi pêş ve bibin, têkoşînê mezin bikin û em Cejna Vejînê li her kesî pîroz dikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Endamên Meclîsa Ciwanên Demokratîk Bang li Şolena Aştî û Civaka Demokratîk dikin ku li Wanê were lidarxistin

Nivîsa Pêş

Lîlav Şaban, Jineke Ciwan a ji Efrîn, Ragihand ku Tevlî Fikir û Felsefeya Rêber Apo Dibe

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Lîlav Şaban, Jineke Ciwan a ji Efrîn, Ragihand ku Tevlî Fikir û Felsefeya Rêber Apo Dibe

Lîlav Şaban, Jineke Ciwan a ji Efrîn, Ragihand ku Tevlî Fikir û Felsefeya Rêber Apo Dibe

Jinên Ciwan ên ji Efrînî Bernameyek Perwerdehiya Werzîşê ji bo Bîranîna Şehîd Zeynep Efrîn Dest Pê Kirin

Jinên Ciwan ên ji Efrînî Bernameyek Perwerdehiya Werzîşê ji bo Bîranîna Şehîd Zeynep Efrîn Dest Pê Kirin

Manşet

  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan
  • Ayten Dersîm: Divê Eem Li Dora Berxwedana Gelê Rojava Bibin Yek
  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.