NAVENDA NÛÇEYAN – Meclisa Xwendekarên Azad a Stenbolê bi şîara, “Em bi rihê rêhevaltiya komunalîst xwe birêxistin bikin, em azad bibin” li Navenda Çand û Hunerê ya Yilmaz Mîzrak a Maltepe komxebatek li dar xist. Li salona atolyeyê pankartên “Jin, jiyan, azadî”, “Li ser xeta azadîya jinê ji bo avakirina sosyalîzma demokratîk” û “Her zanîngehek bibe komînek, her komîn bibe qadên ramanên azad” hatin daliqandin.
Endama Meclîsê Fatma Gündüz di axaftina xwe ya vekirinê de diyar kir ku dewlet û hêza serdest avahiyên dij-civakî ne û got, “Dewleta neteweyî bi şer û kolonyalîzmê xwe diafirîne. Dewleta neteweyî li dijî nasnameyên me jenosîdê dike. Em ne mecbûrî dewletek neteweyî ne. ‘Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk’ perspektîfa jiyanek azad û nû pêşkêş dike. Ev jiyanek sosyalîst û komunalîst e. Bi berpirsiyariyê, em demek dirêj e atolyeyên şaristaniya demokratîk li dar dixin. Di encama van atolyeyan de, me hewcedariya atolyeyek wusa hîs kir. Rola sereke di avakirina jiyanek sosyalîst û komunalîst de dikeve ser milê jinên ciwan, xwendekar û hemî ciwanan. Em bawer dikin ku ev atolye dê derfetê bide ku nasnameya sosyalîst bêtir kûr bibe.”



