DIRBÊSIYÊ – Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê li bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê, pêşbirkek ramyarî li dar xist. Pêşbirk li navenda tevgerê ya li bajêr, bi beşdariya 11 ciwanên xort keç hate lidarxistin.
Di pêşbirkê de der barê mijarên ramyarî, dîrokî, çandî, civakî û neteweyî de pirs hatin kirin.
Komîteya amadekar diyar kir ku armanca vê çalakiyê ew e ku zanebûna ramyarî û neteweyî di nav nifşê ciwan de bi hêz bikin û mîrateya têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd bi wan bidin nasîn da bi awayekî çalak tevlî jyana çandî û siyasî ya civakê bibin.
Biryar e ku navên kesên serketî di çalakiye cuda de werin eşkerekirn û xelat werin dayin.
ANHA



