MAINZ – Xwendekarên Kurd li Mainz a Almanya ji bo bîranîna 10emîn salvegera komkujiya Pirsûsê li Îstasyona Navendî ya Mainzê kom bûn.
Di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li Baxçeyê Navenda Çanda Amara ya li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, DAIŞ’ê li dijî endam û ciwanên Komeleyên Federasyona Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ên ku dixwestin biçin Kobanê teqînek çêbû. Di komkujiyê de 33 ciwanan canê xwe ji dest dan. Qurbaniyên komkujiyê di salvegera 10emîn ji aliyê Xwendekarên Kurd de hat bi bîr anîn.
Di bîranîna ji bo şehîdên Komkujiya Pirsûsê de peyamên “Xeyalên wan bûn xeyalên bi milyonan kesan. Em ê heta dawiyê şoreşê biparêzin” hatin dayîn.
Piştî axaftinan, ji bo bîranîna qurbaniyan qurnefîl hatin belavkirin û wêneyên qurbaniyên hatin hildan.


