HESEKE – Tevgera Ciwanên Şoreşger, li bajarê Hesekê bi boneya 19’ê Tîrmehê, salvegera şoreşa rojavayê Kurdistanê, sinevîziyonekî da temaşe kirin û şahiyekî lidarxistin.
Di serî de deqayekî rêzgirtin ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê hat girtin. Piştî wê, ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve sînevîzyon hat pêşkêşkirin.
Di dawiyê de ciwanan bi govend û dîlan salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kirin.



