SÛR – Salvegera 13’emîn a Şoreşa Rojava li Taxa Sûrê ya Amed bi coşeke mezin hat pîrozkirin.
Ciwanên Welatparêz di pîrozbahiyê de daxuyaniyek dan:
“Şoreşa Rojava rêya azadiyê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn e. Pêkanîna Şoreşa li Rojhilata Navîn mimkun e ye. Em Rêber APO û pêşengên wî yên ku azadiya gelê Kurd misoger kirin silav dikin. Em ê bi çi bedelê be jî serkeftin û azadiyê bi dest bixin.”
Welatparêzan li kolanên Sûrê bi fîşekên hewayî, govend û dirûşmeyan ji bo Salvegera 13’emîn a Şoreşa Rojava pîroz kirin.
Ciwanên Welatparêz wêneyên Kemal Pîr, Alî Çîçek, Akîf Yilmaz û Mehmet Hayrî Durmuş ên ku di 14ê Tîrmehê de li zindana Amed ketin rojiya mirinê û jiyana xwe ji dest dan, li deverên cuda yên Taxa Sûrê daliqandin. Ciwanan berxwedana 14ê Tîrmehê silav kirin û gotin, “Em careke din hevalên xwe yên ku di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin. Divê were zanîn ku me têkoşîn û berxwedan ji wan fêr bûn.”


