TEBQA – Ji ber xetera êrîşên dijmin, jinên ciwan ên li Tepbqayê perwerdeya xweparastinê organîze kirin. Di perwerdê de jinên ciwan û şêniyên bajêr tevlîbûn, ji bo ku bi rihê seferberiyê parastina gund û taxên xwe bikin.
Di perwerdê hem semîner derbare xweparastin bi zimanê erebî hate dayîn. Hem jinên ciwan û dayikên di perwerde de jihevxistin û komkirin çekan bûn.
Armanca sereke ya Yekîtiya Jinên Ciwan şiyarkirina jinên ciwan û gel ji her cure xeteriyan.
Jinên ciwan ên ku beşdarî perwerdeya xweparastinê bûn, ev bang li jinên ciwan kirin:
“Parastina xwe ne tenê bi çekan tê bidestxistin; ew bi hişmendî, zanîn û pejirandina nirxên civakî jî tê bidestxistin. Xweparastin ne tenê ji aliyê fîzîkî an leşkerî te kirin, lê di heman demê de parastina çandî, rewşenbîrî û dîrokî te tekez kirin.”
Di dema perwerdeyê de, beşdaran semînerên hişyarkirinê li ser van mijaran wergirtin:
Vekirin, girtina çekan û teknîkên bingehîn ên gulebaranê, parastina fîzîkî û aliyên civakî û îdeolojîk ên parastina xwe.
Çalakî bi peyameke hevpar a jinên ciwan ên beşdar bi dawî bû:
“Em ji bo parastina gel û axa xwe bi bawerî û biryar in!”


