Enter your email Address

Çarşamba, Temmuz 30, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
nuceciwan2@gmail.com
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG-NRÇ’ê nasnameya gerîlaya şehîd eşkere kir

Edîtor: Nucan Serdoz
18/07/2025 - 12:01
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
HPG-NRÇ’ê nasnameya gerîlaya şehîd eşkere kir
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN- HPG-NRÇ’ê diyar kir ku gerîla Asmîn Ardil Dijwar di encama qezayekê de şehîd bû û got, “Em soza xwe dubare dikin ku teqez xeyala şehîdên xwe ya Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad pêk bînin.”

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ) bi vî rengî ye:

“Ewlada hêja ya gelê me yê Botanê û şervana bi wêrek a YJA Starê hevrê Asmîn Ardil Dijwar, 18’ê Gulana 2025’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji ber qezayekê şehîd bû.

Hevrêya me Asmîn Ardil di têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya Partiya me PKK-PAJK’ê de cih girt û berpirsyariyên xwe yên dîrokî bêteredut bi cih anî, bi dilsoziya kûr a bi şehîdan re bû xwedî jiyaneke watedar. Perspektîfên Rêber Apo yên têkildarî azadiya jinê kir manifestoya jiyanê û li her qadê pêdiviyên nasnameya xwe ya YJA Starê bi layiqî bi cih anî. Weke şopdara birayê xwe hevrê Dijwar Xavişta – Ahmet Nîlî yê şehîd, navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsand. Hevrêya me Asmîn Ardil jiyaneke têkildarî koletiya jinê qebûl nekir û bû afirênera jiyana azad, bi sekna xwe ya zelal a di jiyanê de bû milîtaneke PKK – PJAK’ê ya mînak. Hevrêya me ji pîvanên azadiya jinê û jiyana Apoyî kêliyekî jî tawîz neda û têkoşiya. Li her qada lê, barê hevrêyên xwe sivik kir. Ji bo di rastiya Rêbertî de kûr bibe û bibe layiqê hevrêyên xwe yên şehîd, her roja borî hewl da ku xwesteka xwe ya têkoşînê mezin bike.

Di serî de malbata hêja ya hevrêya me Asmîn Ardil, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soza xwe dubare dikin ku xeyala şehîdên xwe ya Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad pêk bînin.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêya me Asmîn Ardil Dijwar, bi vî rengî ne:

Nasnav: Asmîn Ardil Dijwar

Nav û Paşnav: Sultan Nîlî

Cihê Jidayikbûnê: Wan

Navê Dayik – Bav: Husna – Gurgîn

Cih û Dîroka Şehadetê: 18’ê Gulana 2025’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Hevrêya me Asmîn li navçeya Şax a Wanê ku sembola sekna serhildêr û welatparêziyê ye, hate dinê. Hevrêya me ya ji eşîra Xaviştan a welatparêz, di temenekî zû de zextên dewletê yên li ser gelê me dît. Hevrêya me heya dibistana amadeyî çû dibistanên sîstemê û ji kêliya ku dest bi fêmkirina jiyanê kir û vir ve, ket nava nakokiyên kûr. Li dijî polîtîkayên ferzkirin û asîmîlasyonê yên li dibistanên sîstemê, xwedî helwest bû. Hingî ku fêm kir sîstema modernîteya kapîtalîst jinê bêîrade dihêle û meta dike, hêrsa wê ya li dijî sîstemê mezin bû. Hevrêya me pêkanînên zihniyeta desthilatdar a mêr qebûl nekir û ket nava nakokiyan. Ji hevrêyên jin ên di nava refên Tevgera me de têdikoşin, pir bandor bû. Hevrêya me jiyana kadroyên pêşeng ên Paradîgmaya Azadîxwaziya Jinê ku ji hemû gelên bindest re bûye îlham, mereq kir û xwest Partiya me PKK’ê ji nêz ve nas bike. Hevrêya me ya ku jiyana Apoyî tenê bihîstiye û li hemberî jiyana gerîla xwedî mereq bû, ket nava lêgerînê ku tevlî vê jiyana azad bibe. Ew ji qehremanên ku li Şengal, Başûr û Rojava li dijî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê li ber xwe dan, gelek bandor bûn. Bi taybetî li pêşberî revandin û firotina jinên Êzidî li bazaran lêpirsînên cidî kir. Li dijî zîhniyeta ku ewçend jin biçûk dixe û mîna metayek bikar tîne, hêrsa wê mezin bû. Di demeke ku milîtanên Apoyî li Şengalê serketina xwe nîşanî hemû cîhanê dan de, di aliyê wijdanî de bûyerên pêk hatî qebûl nekir û fikirî ku divê beşdar bibe. Piştî şehadeta birayê xwe Dijwar Xavişta-Ahmed Nîlî ku di sala 2015’an de li Gabarê tevlî karwanê şehîdan bû, bi biryardariyeke mezin biryara tevlîbûna têkoşînê da. Hevrêya me ku hêrsa xwe ya li dijî sîstemê xurt kir, li ser bingeha dilsoziya bi şehîdan re û daxwaza tolhildanê 18 roj piştî şehadeta birayê xwe tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû.

Hevrêya me ya ku dizanî rêya hilanîna tola şehîdan bi tevlîbûna têkoşînê pêkan e, bi baweriya ku wê bersiva nakokiyên xwe di nava refên azadiyê de bibîne, tevlî nava Tevgera Apoyî bû. Hevrêya me ya ku demeke kurt li Bakur ma, piştre berê xwe da Herêmên Parastinê yên Medyayê. Hevrêya me ku ji hevrêtî û samîmiyeta gerîla bandor bû, bi moraleke mezin tevlî perwerdeyê bûye. Hevrêya me ya ku bi taybetî bi perwerdeyên îdeolojîk ên wergirtî re nirxên ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye avakirin bêhtir fêm kir, xwest di xeta azadiya jinê de kûr bibe û bi tevlîbûna xwe bû şervanek mînak. Hevrêya me ya ku di warê adaptebûna jiyana gerîla de zehmetî nejiya, armanc dikir ku di dersên leşkerî de bibe gerîlayekî jêhatî. Hevrêya me ku xwest bi rengekî çalak tevlî pêvajoya şer a bênavber bibe û berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi cih bîne, perwerdeya xwe bi rengekî serketî bidawî kir. Hevrêya me ya ku derfet dît li qadên pratîkê tiştên hîn bûne bi jiyanî bike û ji tecrûbeyên hevrêyên xwe sûd werbigire, bi vê sekna xwe bû milîtaneke mînak a YJA Starê. Hevrêya me ku xwedî îdîa bû li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bersivê bide û tevlî pêvajoya berxwedanê ya destane bibe, pêşniyar kir ku beşdarî perwerdeya pisporiyê bibe. Hevrêya me ya ku armanca wê ya esasî di taktîkên demê de pispor bûne, di demeke kurt de bi lêhûrbûnên xwe pêşketinên mezin nîşan da. Hevrêya me, ku dizane ew dikare wekî gerîlayek pispor bersiva êrîşan bide, bêyî ku dudilî be, bi biryardarî beşdarî her xebatek ku xeyalên şehîdên me pêk bîne, bû. Hevrêya me piştî perwerdeya pisporiyê ku di aliyê îdeolojîk de kûr e, bi awayekî serketî qedand û li gelek qadan têkoşîn meşand, bi taybetmendiyên xwe yên fedekar û kedkar derket pêş. Hevrêya me wekî milîtanek serketî ya YJA Star, di jiyan û şer de bû milîtanek xurt a tevgera jinên azad.

Hevrêya me Asmîn Ardil a ku di 18’ê Gulana 2025’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê gihîşt şehadetê, heta nefesa xwe ya dawî dilsoza nirxên azadiyê bû û bi vê sekna xwe navê xwe li dîroka me nivîsand. Hevrêya me Asmîn Ardil bi sadebûn, hevrêtiya xwe ya xurt û duristî, bû milîtaneke mînak a YJA Starê. Weke hevrêyên wê em soza xwe dubare dikin ku ala têkoşînê ya ku hevrê Asmîn Ardil dewrî me kiriye, em ê bigihînin serketinê.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Endamên TCŞ li Wuppertalê Perwerdehiyek li ser “Kesayet û Şoreşgerî” Lidar Xistin

Nivîsa Pêş

Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê: Meşa Azadiya Gel

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê: Meşa Azadiya Gel

Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê: Meşa Azadiya Gel

Kalkan: Divê qanûnên entegrasyona demokratîk û azadiyê bêne derxistin

Kalkan: Divê qanûnên entegrasyona demokratîk û azadiyê bêne derxistin

Manşet

  • “Sê dilên paqij rê nîşanî me dan, îspat kirin ku parastina jîngehê û welat ne ji hev cuda ne.”
  • Komîteya Ragihandina Komalên Jinên Ciwan ji bo Bîranîna Şehîdan Klibek Çêkir
  • Andok: Zimanê medyayê bêbaweriyê kûrtir dike
  • Bermal Çem: Werin Em Destê Rêberê Xwe Bi Sloganên Azadiya Xwe Xurt Bikin
  • Efrîniyên li Heseke şahiyan li dardixînin
  • Malpera Ocalanvigil nû bû
  • Li Marsîlyayê Festîvala “Bi Rêbertiya Azad re Rêxistinkirin, Bi Ciwanên Pêşeng re Ber bi Serkeftinê Ve Diçin”

Herî zêde hatine xwendin

  • “Sê dilên paqij rê nîşanî me dan, îspat kirin ku parastina jîngehê û welat ne ji hev cuda ne.”

    “Sê dilên paqij rê nîşanî me dan, îspat kirin ku parastina jîngehê û welat ne ji hev cuda ne.”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bermal Çem: Werin Em Destê Rêberê Xwe Bi Sloganên Azadiya Xwe Xurt Bikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Andok: Zimanê medyayê bêbaweriyê kûrtir dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TekoJIN Berlînê li ser çanda şehîdan semînerek da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Ragihandina Komalên Jinên Ciwan ji bo Bîranîna Şehîdan Klibek Çêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya Taybet: Komîn çi ye?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Malpera Ocalanvigil nû bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Endamên Meclîsa Ciwanan li dijî Polîtîkayên Şerê Taybet Kona Çalakiya Nobetê Vekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TAYBET- “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin!: Xwendevanda Agirê, Rêhevala Prometheus’ê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Liverpoolê Komîna Ciwanan hat damezrandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.