NAVENDA NUÇEYAN- Di 10`ê Tîrmehê de, Rêveberiya Xweser karwanekî piştgiriyê ku ji 150 karmendên agirkujiyê û 18 wesayîtên agirkujiyê, her wiha 2 ambulansan, 2 tankerên sotemeniyê, 2 buldozer û hejmarek wesayîtên xizmetê û alavên din pêk dihat, ji bo piştgiriya xebatên vemirandina agirên li peravên Sûriyeyê şandibû.
Tîmên agirkujiyê di nava 6 rojan de bi rayedarên herêmî yên li peravê re xebitîn da ku rê li ber belavbûna şewatan bigirin û kontrol bikin.
Tîmên girkujiyê piştî ku erkên xwe pêk anîn, îro vegeriyan herêmê.
Di 3`yê Tîrmehê de li deverên peravê şewat derketibû û li zêdetirî 15 hezar hektar erdê daristan û çandiniyê belav bû. Şewatan bandor li nêzîkî 28 deverên cuda kir û di encamê de zêdetirî hezar û 120 kes koçber bûn.


