DERÎK – Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Dêrikê ji bo bîranîna şehîdên 14’ê Tîrmehê meşek li dar xist. Meşa ku li Qada Şehîdan dest pê kir, li Navenda Ciwanan bi dawî bû.
Di tevahiya meşê de, beşdaran dirûşmeyên wekî “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok APO” qîr kirin. Di meşê de wêneyên berxwedêrên Rojiya Mirinê a 14’ê Tîrmehê, her wiha wêneyên pêşengên ciwanan Şehîd Bişeng Brûsk û Şehîd Vejîn Jiyan ên ku di vê mehê de şehîd bûn û şehîdên Tevgera Azadiyê Şehîd Alî Haydar Kaytan û Şehîd Rıza Altun jî hatin hilgirtin.
Piştî meşê li Qada Ciwanan axaftinek hat kirin û hate gotin ku 14’ê Tîrmehê sembola azadî, berxwedan û biryardariyê ye. Hate gotin ku bi saya fedakariya şehîdan, em îro dikarin bi azadî bi hev re bijîn û têkoşîna wan berdewam dike. Di axaftinê de peyama “Mîrata ku şehîdan hiştine li ser milên ciwanan e, ji ber vê yekê divê têkoşîna ji bo jiyaneke azad berdewam bike” hat dayîn.
Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.