REQA – Di salvegera 43’emîn a Berxwedana 14ê Tîrmehê de, gelê Reqayê sembolên berxwedanê: Mehmet Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz bi bîr anîn. Di bîranînê de hate destnîşankirin ku van berxwedêran li dijî faşîzma Tirk têkoşîneke mezin dane û bûne sembolên rûmet û berxwedanê.
Bîranîn, ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Reqayê ve û bi hevkariya Meclîsa Malbatên Şehîdan ve hate destpêkirin, êvarê li Goristana Şehîdan a Reqayê hate lidarxistin. Endamên tevgerên ciwanan û jinan, saziyên sivîl û leşkerî û gelê Reqayê beşdarî çalakiyê bûn.
Bîranîn bi merasîmeke pêşwazîkirinê dest pê kir. Piştî vê yekê, kêliyek bêdengî hate girtin û şehîd hatin bibîranîn.
Amîna Barkal, Berdevka Ofîsa Jinan, û Cemîla Diyar, Berdevka Koordînasyona Jinan a Malbatên Şehîdan, axaftin kirin û bal kişandin ser girîngiya rojê.
Çalakî bi mûmên ku li ser gorên şehîdan hatin pêxistin bi dawî bû.