STENBOL – Li gorî agahiyan, çend ciwanên ku li Bayrampaşa ya Stenbolê di seyareya xwe de stranên Kurdî guhdarî dikirin, ji aliyê polîsan ve hatin hişyarkirin. Lêbelê, nîqaşek ku piştî hişyariyê derket veguherî êrîşeke hovane ya polisên faşîst. Piştî nîqaşê, sê ciwan bi awayekî hov ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Kesên ku di rê de bûn hewl dan mudaxele bikin lê hatin astengkirin.
Şahidên bûyerê diyar kirin ku guhdarîkirina muzîka Kurdî ne sûc e û polîsan hêzek zêde beramberê ciwanan bi kar aniye, û tekez kirin ku tiştê qewimî nayê qebûlkirin.