Enter your email Address

Salı, Temmuz 29, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
nuceciwan2@gmail.com
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Dargezk – Yê ku veşartiyê lê diparêze û bi rêve dibe…

Edîtor: Nucan Serdoz
02/07/2025 - 22:28
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Kûr Bûyin, Manşet, Nûçe, Rêber APO, Taybet
Reading Time: 9 mins read
A A
Rêber Apo ji bo Jîneolojiyê name şand: Projeya min temam bûye, tişta dimîne pêkanîn e
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN- Şervîn Bişeng nivîsand:

“Di vê pevajoyê dawî de me gelek peyamên heja û giring ji Rêber APO girt. Taybet weke Jinên Ciwan me coş û moralek pir mezin ji her heyvokek ku ji Îmraliyê derket girt û em di hewldanê pêkanînan vê de ne. Herî dawî Rêber APO, ku di nirxandin û peyamên xwe yên dîrokî de bal dikişîne ser hêz û pêşengiya jinê û dibêje ku dê pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” bi pêşengiya jinê bimeşe, nameyek ji bo Jîneolojiyê şand. Li gel nameyê Rêber APO şaxek gulê ya li hewşa girtîgeha Îmraliyê derketiye jî, şandiye. Jîneolojî jî ku weke saziya zanista jinê li tevahiya Kurdistanê û cîhanê kar dimeşîne, name û şaxê gulê bi raya giştî re parve kir.

Em hercar bi dîtina çiçekên ku li Îmraliyê şîn dibin kefxweş dibin û ji bo me xwedî wateyekê pir mezin in. Di cihekê de ku jiyan û zindîbûn tê înkarkirin, derketina çiçekan bi xwe çalakiyekê şoreşgeriyê. Ev bê guman bingeha xwe ji enerjiya xûrt a Rêber APO û têkiliyên wî ya bi derdorê xwe re digre.

Taybet çiçekê ku Rêber APO vêcar ji hemû jinên azadîxwaz şand xwedî dîrokek û maneyekê balkeşe. Dema em hinek li ser vê lêkolîn dikin dikarin gelek tişt jê fêr bibin û peyama Rêber APO bi wateya vê gulê hîn kurtir û firehtir dibe. Çiqas ev çiçek nebatek sade û xwezayî xuya bike jî, di çarçoveya felsefeya Rêber APO de û bi mezêkirinekê jineolojîk ve dibe xwedî manewiayetek mezin.

Despêkê de em dikarin diyar bikin ku navê vê çiçek bi kurmancî Dargezk ê û yek ji nebatên herî kevin ên li ser rûyê erdê ye; nebatek bê kulîlk, bê tovên heyî ye û bi vê sadebûna xwe xwezayê dixemlîne.

Ev nebat di bêdengiyê de, di nemê de, û pir caran di siyê de mezin dibe. Li cihê ku nebatên din kêmtir berxwedêr in, ev giya kok digire û bi berdewamiya xwe dijî. Berevajî gelek cureyan, ev nebat bi tov çênabe, lê bi rêya sporan, bêdeng û bêyî hewcedariya pêvajoyên cinsî yên kevneşopî, çêdibe. Ev taybetmendî wê ji pergala biyolojîk a dualî ya nêr/mê derbas dike û wê vediguherîne sembola hilberîna serbixwe, jiyana bê serdestî, û berdewamiya jiyanê bê girêdayîbûn. Ji perspektîfek sembolîk ve, giyayî nîşanek jinan di dîroka şaristaniya baviksalar de ye; Jinek ku bi sedsalan ji navenda rêvebirinê hatiye dûrxistin, lê di bêdengiyê de û li ser sînoran de sax maye, hebûn parastiye, û çand veguhestiye. Taybet ji ber ku ev giya bê têkiliyên kevinşop yên nêr û me xwe zedê dike, nişanekê mezin e ji bo têkoşînek rast çawa dibe ye. Zedêbûn tê çi mane û gerek çawa pêkwere nişanê me dide. Zedêbûn ne di milê fizîkî de pêkanê, di heman demê de jî di milê fikrî de esas ê. Ev jî bi derbaskirina têkiliyên kevinşop di navbera jin û zilam de pêkanê. Em dikarin di vê nebatê de bibînin ku xwebûn û bi serbestî çedibe. Dema jin li ser lingên xwe bisekînin, dikarin xwe bighînin azadiyê. Wekê Rêber APO jî gotibû ‘’Lazime jin bibe ya xwe’’ Ev nebat vê nişanê me dide. Bi mezêkirinek sembolîk em dikarin ev taybetmendiyê wisa fem bikin.

Beriya hezar salan ev nebat bi metroyan bilind dibû û bi xwe darastinan çedikir. Li herderê şîn dibû û yek ji çavkaniyên xwarinê yên esasî yên heywanan bû. Çavkaniya jiyanê bû. Heya roja me ya îro ev nebat berxwedayê lê nema ewqas mezin dibe û li herderê dernakeve. Yek ji taybetmendiyên balkeş yên vê nebatê ewê ku îro di cihên siya û nemlî de şîn dibe. Di cihên ku mirov qet ne bendê ye ku tiştekê şîn bibe dargezk mezin dibe. Li kelêka dîwaran an di nava kevirên xaniyên hilweşiyayî dargezk cihê xwe dibîne. Ger em dîroka berxwedanda jinan lê bar bikin yê pir bi watedar be. Jin jî, wekê vê nebatê berî mezin bû, çavkaniya jiyanê bû, hertişt li derdora jinê bû û derdora wê komdibûn, lê îro jin ji ortoriteya xwe hatiye dûrxistin. Ji gelek cihên jiyanê û civakê hatiye qûtkirin û dûrxistin. Lê hîn jî li herderê, lê ne ber çavê herkesê dijî. Cewheriya xwe diparêze û berxwe dide, xwe zedê dike, fikr û hestên xwe parve dike û wisa xeta jina xwedawend heya roja me ya îro parastiyê. Em dikarin gelek parallel di navbera berxwedana jin û vê nebatê de bibînin.

Jin, mîna giyayê, jiyan di dilê tarîtî û jibîrkirinê de parastine û îro di rêya vegera navenda wateyê de ne. Di vê wateyê de, dargezk ne tenê nebatek e; ew bermahiyek têkoşîna rewşenbîrî ye, nîşanek hêviya kesk e, û şaxek ji rehên rizgariya jinan e di tebeqeyên herî kûr ên axa dîrokê de.

Dema em vê wate li têkoşînê xwe ya ji bo azadiyê bar bikin em dikarin bêjin ku ev giya sembola jidayikbûna hebûnek nû ji bêdengiyê. Di cîhanek de ku kulîlkên xemilandî bi qîmet in, dargezk bîranînek e ku domdarî û jiyan ne her gav geş in. Nişan dide ku rastî û xweşikbûn ne di tiştên ku herî zedê bi reng in û li herderê dibriqin de ye. Xweşîkbûn di sadebûn de veşartiye.

Dargezk nebatek kevin e û hertim rolek giring ji bo civakê leyist. Ji hêza xwe ya derman bigre heya gelek çirokên derbarê wê de, hertim di nava civakê de xwedî cihek giring bû. Di gelek civakan de dargezk xwedî taybetmendiyên parêzvaniyê ye. Dargezk kom dikirin û ji bo mala xwe ji rihên xirab û enerjiyên xirab biparêzin datînin li ser derî û pençereyên xwe. Caran di dixistin kutikên biçuk û bi xwe re digeriandin. Ji ber ku her di cihên tarî de şîn dibe taybetmendiya veşartîbûn lê hatibû barkirin. Di vê maneya de ku ev nebat xwedî hezek veşartî ye ku herkes nikare bibîne û nas bike. Derbarê vê de çîroka kûlika dargezk heye. Di wextên berî de ji ber ku însan fem nekirin dargezk bê tov û bê kulîk xwe zedê dike derbarê vê de çîrokek ji hevdû re digotin. Dihat gotin ku di şeva herî kîn a salê de, di 24’ê Hezîranê de dargezk yek kulîkek xwe çedike û ew jî tenê di nivê şevê de ve vedibe, wisa xwe zedê dike. Digotin kî ev kulîka dargezk bibîne dibe xwedî hezên gelek cuda. Tê femkirin ku ev hertim meraqek di dilê însanan de bû ka ev nebat çawa xwe zedê dike. Tê dîtin ku civak ev giya hertim weke çavkaniya hêzê dît û dema yekî xwe digihand siryeta wê, vêdemê ew jî dibû xwedî hêzek mezin. Em dikarin wisa bigrin dest ku niha jî, hêza jin a veşartî heye. Beriya vê neveşartî bû, lê niha verşartî û bêdeng xwe dewam dike. Dema yek xwe dighîne vê hêza veşartî, siryeta jinbûnê fem dike dibe xwedî hêz. Vê demê carekê din hêza xwedawenda zindî dibe. Di vê çarçoveyê de mane li vê çîrokê barkirin vê gelek watedar be. Bi vê ve jî giredayê di gelek cihan de taybetmendiya vejînê, ji nû ve şînbûne û mezinbûnê bi dargezk ve tê giredan. Di vê manê de em dikarin niha jî weke jin, ji bo disa xwe bighînin hêza xwe ya veşartî, hêza xwedawenda carekê din xwe vejîn bikin û ji nû ve xwe şîn bikin.

Di vê wateyê de em dikarin taybetmendiyên vê nebatê wiha bi nav bikin: Yê ku veşartiyê lê diparêze û bi rêve dibe… Ev jî niha rastiya jina berxweder û azadîxwaz îfade dike. Jinên ku di dema xwedawenda de navenda civakê bûn, çavkaniya jiyanê bûn û pîroz dihatin dîtin bi demê re biçûk hatin xistin, ji navenda jiyanê hatin dûrxistin û di qesr û xaniyên tarî de hatin veşartin. Disa jî heya roja me ya îro cewheriya xwe parastin, çanda xwedawendan û çanda civakê parastin û wisa jî, di verşartîbûnê de, di cihên ku naye dîtin de jiyanê bi rêve dibirin. Bi zanêbûnê xwe, stranên xwe rastiya xwe didan nifeşên nû û wisa çanda xwedawenda hatiye heya roja me ya îro. Niha jî jin edî ji cihên xwe yên veşartî derdikevin, carekê din serî xwe radikin ber rojê, destê xwe direjî hevdû dikin û hêza xwe ya cewherî dikin yek. Em di sedsala vejîna jinên xwedawend da dijîn.

Em dikarin ji jiyanê derdorê xwe, ji xwezayê derdorê xwe fer bibin, wateyên windakirî carekêdin peyda bikin û hêza xwe ya cewherî disa şîn bikin. Em lazime xewzayê derdorê xwe weke tiştekê timî zindî û fêrker dest bigirn ji bo em dikarin siryetên wê nas bikin. Siryetên xwezayê çîrokên windakirî yên civaka berî ne, ji bo em vegerin civaka exlaqî û polîtîk em dikarin xweza bikin mamosteyê xwe.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Lîstika Mangala çi ye? Çawa tê lîstin?

Nivîsa Pêş

Çetin Arkaş, ku di Sekreteriya Îmraliyê de bû, ji girtîgehê derket

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Çetin Arkaş, ku di Sekreteriya Îmraliyê de bû, ji girtîgehê derket

Çetin Arkaş, ku di Sekreteriya Îmraliyê de bû, ji girtîgehê derket

Şehîd Elî Curî El Xelûf li Heseke hat oxir kirin

Şehîd Elî Curî El Xelûf li Heseke hat oxir kirin

Manşet

  • Malpera Ocalanvigil nû bû
  • Li Marsîlyayê Festîvala “Bi Rêbertiya Azad re Rêxistinkirin, Bi Ciwanên Pêşeng re Ber bi Serkeftinê Ve Diçin”
  • Garip Nurhak: Meşa Dirêj Dê Ber Bi Azadiya Rêber Apo Ve Biçe
  • TekoJIN Berlînê li ser çanda şehîdan semînerek da
  • Endamên Meclîsa Ciwanan li dijî Polîtîkayên Şerê Taybet Kona Çalakiya Nobetê Vekirin
  • Li Liverpoolê Komîna Ciwanan hat damezrandin
  • Li Mexmûrê Şehîd Sara Hogir û Şehîd Bîşeng Birûsk hatin bîranîn

Herî zêde hatine xwendin

  • Li Liverpoolê Komîna Ciwanan hat damezrandin

    Li Liverpoolê Komîna Ciwanan hat damezrandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mexmûrê Şehîd Sara Hogir û Şehîd Bîşeng Birûsk hatin bîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TekoJIN Berlînê li ser çanda şehîdan semînerek da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ nasnameyên 6 şehîdan eşkere kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Garip Nurhak: Meşa Dirêj Dê Ber Bi Azadiya Rêber Apo Ve Biçe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Endamên Meclîsa Ciwanan li dijî Polîtîkayên Şerê Taybet Kona Çalakiya Nobetê Vekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê şehîd Sara, Ş.Vejîn û Ş.Bîşeng hat bi bîr anîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber APO: Divê her kes tevlî pêvajoyê bibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Cizirê: “Jinên Rojhilata Navîn bibin xelek derdorê Rêber APO!”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Welatparêz û Dayikên Aştiyê li Stenbolê Pêşengên Ciwanan Bi Bîr Anîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.