ŞENGAL – Yêkîtiya Jinên Ciwan ên Êzîdxanê û TAJÊ ji bo bîranîna Şehîd Sema Yüce û Şehîd Zîlan meşek organîze kirin.
Meş li gundê Kolkayê destpêkir û li Şehîdgeha Şehîd Berxwedan bi dawî bû û li Şehîdgeha veguheriye mîtingekê.
Ji bo bîranîna Şehîd Sema Yüce û Şehîd Zîlan deqeyek rêz hat girtin û ji aliyê Yêkîtiya Jinên Ciwan ên Êzîdxanê daxuyaniyek hate dayîn.
Jinên Ciwan di axaftina xwe de diyar kirin ku Şehîd Zîlan manîfestoya jiyanê ye û wê her meşa Jinên Ciwan li ser xeta Zîlan û Semayan bidome.