NAVENDA NÛÇEYAN – Her sal di asta Bakûr û Rojhilatê Surî de ji bo bibîranina Şehîd Zîlan festîvalek tê lidarxistin. Îsal jî jinên ciwan di amadekariyên Festîvale de pêşengtî kirin. Festîvala îsal li Hesekê hate lidarxistin û du rojan berdewam kir. Bi sedan ciwan û jinên ciwan her wiha gelên heremê beşdarê festîvalê bûn.
Me jî wek ajansa Nuçe Ciwan festîval nêzde şopand û di derbarê festîvalê de nerînên jinên ciwan ji we re pavedikin:
Helîme
“Ez Helîme. Ez ji bo bibîranîna Şehîd Zîlan beşdarî festîvalê dibim. Îro, di roja duyemîn de, bername bi çalakiyên çandî berdewam dike.
Wek jinên ciwan, em dixwazin her kes bi vî rengî Şehîd Zîlan nas bike. Îro heman roja ku Şehîd Zîlan çalakiya dîrokî ya fedakariyê pêk aniyê ye. Her wiha wê ji jinên ciwan û rêxistina jinan Kongreya Star axaftin bên kirin.
Ji bo min, çalakiya Şehîd Zîlan çalakiyek ji bo azadiya jinan bû. Ne tenê ji bo Kurdan, lê ji bo hemî jinên li çaraliyê cîhanê. Min ev kiriye erkê xwe ku ez rêya Şehîd Zîlan bidomînim da ku em wekî jin bikaribin bi azad bijîn.”
Nadya
“Navê min Nadya ye û ez “Reveberiya Mekteba Jinên Ciwan a MSD” me. Jinên ciwan ji seranserê Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê li Hesekê kom bûn ji bo ku beşdarî Festîvala Şehîd Zîlan bibin. Ev festîval her sal ji bo rêzgirtina li Şehîd Zîlan tê lidarxistin. Wekî her sal, ev festîval bi rola pêşeng a jinên ciwan tê organîzekirin.
Di roja yekem a festîvalê de, bername werzîşî bû. Di roja duyemîn de bi şahiyekê bi dawî bibe. Roja salvegera çalakiya Şehîd Zîlan ji bo me jinên ciwan pir bi qîmet e. Berî her tiştî, îradeya Şehîd Zîlan ji bo me bi wateya. Bi biryardariya Şehîd Zîlan, em wekî jinên ciwan dê karê xwe birêxistin bikin da ku em karibin laiqe Şehîd Zîlan û hemî şehîdên xwe bibin.”
Sara
“Ez Sara Hesen. Ez Reverberiya Jinên Ciwan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a Jinan a Herêma Cizir im. Me ev festîval wekî jinên ciwan li dar xist da ku hemû şehîdan, bi taybetî jî Sehîd Zîlan, bi rêzdarî bi bîr binin. Şehîd Zîlan ji bo me minakek e. Em ê di riya Şehîd Zîlan de têkoşîna xwe mezin bikin! Em dibêjin ku Şehîd Namirin.”