ŞENGAL – Ciwan û Jinên ciwan li navenda Şengalê her wiha li gundên Sîba û Til Ezeer ê dest bi xwendina pirtuka “Di Sosyalîzmê israr, di Mirovbûnê de Israr e” kirin. Perwerde bi niqaşên têr û tije li ser banga Rêber APO û li ser esasa avakirina kesayetek sosyalîst didome. Bi vê yekê Ciwan hewl didin guhertineke kesayetî çêkin û ramanên azad ên Rêber APO di jiyanê de pratîkî bikin.
Ciwanên ku pirtûkên Rêber APO dixwînin diyar kirin ku xwendina pirtuka Rêber APO zanînên mirov têkildarî hin dozên fikrî, gelan û civakan zêde dikin.