NAVENDA NÛÇEYAN- Tevgera Ciwanên û Tevgera Jinên Ciwanên Mexmûrê turnuvaya voleybolê ya bi navê Şehîd Fuat û Şehîd Rıza dest pê kir.
Turnuva bi deqeyek bêdengiyê ji bo hemû şehîdên şoreşê di kesayetiya Şehîd Fuat û Şehîd Rıza de dest pê kir. Berî ku turnuva, ku bi tevahî 8 tîm beşdar bûn, dest pê bike, ji hêla hakem ve rêzikên lîstikê hatin parvekirin.
Di roja yekem a turnuvayê de, tîmên Semta 2 û Şehîd Sara Hogir Riha rûbirûyê hev bûn. Semta 2 lîstik bi 3-1 qezenc kir.
Turnuva, ku dê nêzîkî hefteyekê berdewam bike, dê sibê ji hêla tîmên Şaredariya Kampê û Komîteya Çand û Hunerê ve were lîstin.