NAVENDA NUÇEYAN- Rêxistina Ciwanên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li bajarê Helebê, bi daxuyaniyekê binpêkirinên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî şêniyên bajarê Efrînê yê dagirkirî şermezar kirin.
Endamê Ciwanên PYD’ê Ehmed Mihemed, li qada Cebanat a rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hat gotin çeteyên dewleta Tirk a dagirker sûcekî din li dijî xelkê herêmê kir, her wiha çeteyan ciwanê Kurd Mistefa Şêxo dema nobedariya tabloyên enerjiya tavê dikir, qetil kir.
Ciwanan di daxuyaniya xwe de binpêkirinên nijadperestî yên sîstematîk û berdewam ên ji hêla çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve û yên bi armanca tirsê bixin nava welatiyan û vîna welatiyên herêmê bişikînin, şermezar kirin.
Ciwanan bang li rêxistinên mafên mirovan û dewletên eleqdar kir ku van sûcan rawestînin, da ku binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê werin sînordarkirin.