NAVENDA NÛÇEYAN- PJAK tekez kir ku tevî binpêkirina biryara agirbestê ji aliyê Îranê ve, ew ê nebin aliyê ku şer dest pê kiriye û got ku ger gel bi komkujiyekê re rû bi rû bimîne, ew ê li gorî mafê xwe yê rewa yê parastinê xwe biparêzin.
Hevserokê PJAKê Emîr Kerîmî di hevpeyvînek nivîskî de bi BBC Tirkî re diyar kir ku şerê di navbera Îran û Îsraîlê de ne şerê wan e û ew bi rêyên demokratîk li çareseriyan digerin ji bo pirsgirêkan.
Emîr Kerîmî biryara PKKê ya bidawîanîna têkoşîna çekdarî û xwe hilweşandinê nirxand û got, “Ev biryar ji bo me derbas nabin. Ji ber ku li Îranê zemîneke wisa tune.”
Emîr Kerîmî piştgiriya xwe ya tevahî ji bo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a ku Rêber Apo di 27ê Sibatê de bi civaka navneteweyî re anî cem hev, anîn ziman û diyar kir ku ew vê bangê wekî şansek mezin ji bo guhertina demokratîk ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn dibînin.
Emîr Kerîmî rexne li dewleta Tirkiyeyê kir ji ber ku li dijî banga Rêber Apo gav neavêtiye û ev tişt got: “Vê bangê û bersiva erênî ya PKKê hêviyên mezin ji bo aştî û demokrasiyê zêde kirine. Mixabin, dewleta Tirkiyeyê heta niha bi awayekî taktîkî li ser vê mijarê disekine û ji avêtina gavan di vî warî de dûr ketiye.
‘Em çawa dikarin li hember rejîmê bêparastin bimînin?’
Emîr Kerîmî tekez kir ku di rojeva PJAKê de biryarên danîna çekan û hilweşandinê tune ne û gotinên xwe wiha domand: “Em têkoşîna demokratîk û diyalogê li ser çareseriyek demokratîk ji bo pirsgirêka Kurd ava dikin. Me ji ber şert û mercan û polîtîkayên zordar têkoşîna çekdarî wekî rêbaz hilbijart. Bi ya me, banga Rêber Apo rakirina têkoşîna çekdarî wekî stratejiyek bingehîn dihewîne. Danîna çekan gavek pratîkî ye ku ger qonax pêşve biçe û garantiyên siyasî-qanûnî werin peyda kirin dê pêk were. Li Îranê zemînek wisa tune. Rejîma Îranê bi tundî her cûre ramanên cûda tepeser dike û kesên ku têdikoşin darve dike. Ev rastî di pirsgirêka Kurd de hîn bêtir eşkere dibe; piraniya darvekirinan çalakvanên Kurd û girtiyên Kurd in. Em çawa dikarin li hember rejîmek ku mamoste, çalakvanên jîngehê û parêzvanên mafên jinan darve dike bêparastin bin?”
Emîr Kerîmî, diyar kir ku ti daxwazek wan ji dewleta Tirkiyê tune ye û ji ber vê yekê ti pirsgirêkên wan tune ne, got ku helwesta dewleta Tirkiyê ya li hember PJAKê ji fobiya kronîk a dewletê ya li hember Kurdan tê.
Emîr Kerîmî wiha berdewam dike: “Me ti çalakiyek li dijî Tirkiyê nekiriye û em ê ti çalakiyekê nekin. Em bi dewleta Tirkiyê re têkiliyên normal û aştiyane dixwazin û em diyar dikin ku em di vî warî de amade ne.”
‘Em ê nebin aliyê ku şer dest pê dike’
Dema ku ji Emîr Kerîmî hat pirsîn ka gelo agirbesta di navbera PJAK û Îranê de, ku ji sala 2011an vir ve berdewam dike, dê ji ber şerê Îran-Îsraîlê bandorê li wan bike, wî got, “Her çend Îranê ev agirbest binpê kiribe jî, em dîsa jî pabendî wê ne. PJAK dê tu carî nebe aliyê ku şer dest pê dike. Şerê di navbera Îsraîl û Îranê de ne şerê me ye û ne jî yê gelê me ye, em ne aliyek wê ne. Em li çareseriyek demokratîk ji bo pirsgirêkan digerin. ” Ew bi gotina “Em ê tenê xwe biparêzin ger êrîş li ser me bê kirin û gelê me bi komkujiyê were tehdît kirin, wekî ku mafê me yê rewa yê parastina xwe hewce dike.”
‘Me di daxuyaniya xwe de xweserî îlan nekir’
Emîr Kerîmî destnîşan kir ku wan di daxuyaniya ku di 14ê Hezîranê de weşandine de xweserî îlan nekirine û got, “Me di daxuyaniya xwe de xweserî îlan nekir. Mafê herî xwezayî yê gel e ku çarenûsa xwe û şêweyê hikûmetê diyar bike. Di daxuyaniya xwe de, me bang li gelê xwe kir ku di rewşa krîza heyî de bêyî ku ji dewletê tiştek hêvî bikin, însiyatîf bigirin û karûbarên xwe bi xwe birêve bibin û ji bo dabînkirina pêdiviyên xwe yên bingehîn komîteyên cûrbecûr ava bikin.”
‘Em ji tu şerî kêfxweş nabin’
Emîr Kerîmî balê dikişîne ser wê rastiyê ku tiştek wan tune ku di şerê Îsraîl-Îranê de kêfxweş bibin û wiha berdewam dike: “Em êşa şer ji her kesî çêtir dizanin. Di tu şerî de tiştek tune ku kêfxweş bibin. Çi şerekî Îran-Îsraîlê hebe çi nebe, em ê têkoşîna xwe ji bo mafên gelê xwe bidomînin.”
Hevserokê PJAKê Emîr Kerîmî gotinên xwe wiha bi dawî dike: “Wekî ku me gelek caran gotiye, şer azadî û demokrasiyê nayne. Em ne alîgirê şer in. Têkoşîna demokratîk a ku ji hêla gelan, nasnameyan û beşên bindest ve tê meşandin azadî û demokrasiyê tîne.”