HESEKE – Yekîtiya Jinên Ciwan, bi boneya salvgera 29’emîn a çalakiya şehîd Zîlan (Zeyneb Kinaci) wê di 30’ê Hezîranê de festîvalekî li darbixe. Ji bo agahdarkirina gel li ser festîvalê, jinên ciwan îro daketin kolanan.
Endamên Yekîtiya Jinên Ciwan li taxa Miftî ya bajarê Heseke li gelek dîwar û çarxereyan wêneyên (pankart) vexwendinê ji bo Festîvala Şehîd Zîlan daliqandin.
Festîval di bin dirûşmeya “Ji bo azadiyê, dem dema pêşengtiyê” li navenda çand û hûner a Şehîd Serhed a bajarê Heseke, bi beşdarbûna jinên ciwan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tê li darxistin. Stran, govend û şano di bernameya festîvalê de cih digirin.