Enter your email Address

Salı, Ağustos 12, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
nuceciwan2@gmail.com
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê nasnameya gerîlayê şehîd eşkere kir

Edîtor: Nucan Serdoz
21/06/2025 - 10:25
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
HPG’ê nasnameya gerîlayê şehîd eşkere kir
ParvekeTweet

BEHDÎNAN- HPG-NRÇ’ê diyar kir ku gerîlayê bi navê Şoreş Ewrîn li Xakurkê şehîd bû û got, “Dilsoziya şehîdê me ya bi têkoşînê, wê ji bo me bibe rehber.”

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NÇR) bi vî rengî ye:

“Hevrêyê me Şoreş Ewrîn 18’ê Sibata 2025’an li herêma Xakurkê şehîd bû.

Zarokê bi wêrek û leheng ê Rojhilatê Kurdistanê hevrê Şoreş, di nava refên şoreşê de bi tevlîbûna xwe ya sade, xwezayî û jidil ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak. Tevî temenê xwe yê ciwan bi kesayeta xwe ya gihiştî, her wezîfe bi layiqî bi cih anî. Bi tarzê jiyana xwe ya Apoyî, hevrêtiya xwe ya xurt, hêrsa xwe ya li dijî dijmin û meşa xwe ya bêteredut a li ser xeta fedayî ya Apoyî, mîrateyeke têkoşînê ya xurt hişt. Hevrêyê me li her qada têkoşînê di dilê hevrêyên xwe de cih girt, bi şehadeta xwe xemgîniyeke kûr hişt. Dilsoziya şehîdê me ya bi têkoşînê, wê ji me re bibe rehber.

Hevrêyê me Şoreş bi cesareta xwe ya bilind di dîroka me ya têkoşînê de cih girt. Di serî de malbata wî ya hêja em ji xelkê xwe yê Rojhilatê Kurdistanê û tevahî gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin û li ber bîranîna şehîdên xwe bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyê me Şoreş Ewrîn, bi vî rengî ne:

Nasnav: Şoreş Ewrîn

Nav û Paşnav: Peyman Cebraîlî

Cihê Jidayikbûnê: Xoy

Navê Dayik – Bav: Nesrîn – Riza

Cih û Dîroka Şehadetê: 18’ê Sibata 2025’an / Xakurkê

Hevrêyê me Şoreş li Rojhilatê Kurdistanê ya ku bi welatparêziya xwe ya kûr tê zanîn, hate dinê. Ji ber ku malbata hevrêyê me welatparêz bû, di temenekî zû de têkoşîna me ya azadiyê nas kir û li hemberî Tevgera me sempatî hîs kir. Hevrêyê me demekê çû dibistanên sîstemê, her çendî ku rû bi rûyê polîtîkayên asîmîle û zextkar ên rejîmê mabe jî, her tim girêdayî nirxên xwe ma. Berxwedana ku bi pêşengiya Tevgera me li parçeyên cuda yên Kurdistanê pêş ketî, bû sedem ku hevrêyê me partiya me PKK’ê hîn bêhtir nas bike. Ji ber polîtîkayên xizankirinê yên netew dewletan, hevrêyê me dibistanên sîstemê terikand û ji bo debara malbata xwe tevkarî kir. Hevrêyê me demekê kolberî kir, di vê demê de zanî ku ked çiqas pîroze û bi vê zanebûnê tevgeriya. Hevrêyê me di derdora xwe ya nêz de tê hezkirin û bi kesayeta xwe ya gihiştî tê naskirin. Di vê pêvajoya ku kolberiyê dike de, tevî temenê xwe yê ciwan 3 salan di zindana rejîmê de ma. Hevrêyê me di pêvajoya zindanê de lêhêrbûn kir, dema derket biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Di dema li zindanê de ji ber zext û zilma dewletê, hêrsa xwe ya li hemberî sîstemê zêde kir. Hevrêyê me weke ciwanekî Kurd li hemberî bûyerên civakî hesas tevgeriyaye û xwestiye di nava şerê didome de cih bigire. Hevrêyê me yê ku piştî ji girtîgehê derket û xwest ji lêgerîna xwe re bersiv bibîne, fêm kir ku bersiva wî tenê di nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de ye. Hevrêyê me ji gerîlayên ya ku destkeftiyên gelê me bi berdêlên mezin diparêzin û li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer dikin, hêzeke mezin girt. Çeteyên DAÎŞ’ê bi hovîtiya xwe li tevahiya cîhanê tirs avakiribû. Hêza ku li hember vê hovîtiya mezin şer kir û têk bir gerîlayên Apoyî ne. Hevrêyê me bi vê berxwedanê gelek bandor bû û biryara xwe ya tevlîbûna nav refên Tevgera me xurt kir. Hevrêyê me ku ji bo beşdarbûnê bi rêbazên cuda hewl da, ji ber hin sedeman neçar ma vê biryarê ji bo demekê taloq bike. Lê belê di nava vê pêvajoyê de bi xeyala rojên ku wê tevlî nava refên gerîla bibe jiya. Di demekê de ku dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên bi armanca tasfiyekirina gerîla giran kir, hevrêyê me bi biryardariyek mezin berê xwe da cihên pîroz ên gerîla.

Hevrêyê me di pêvajoyeke ku dagirker li Zap, Avaşîn û Metînayê ji gerîla derbeyên giran xwarin û di dîroka têkoşîna me de destan hatin nivîsandin de di sala 2023’yan de tevlî nava refên gerîla bû û li Herêmên Parastinê yên Medyayê beşdarî perwerdeya şervanên nû bû. Hevrêyê me yê ku cihê xwe li qadên xeyala wê dikir bû û ji têkliyên hevrêtiyê yên gerîla bi bandor bû, bi tevlîbûna xwe ya ji bo perwerdeyan bû milîtanek mînak. Bi taybetî di dersên îdeolojîk ên wergirtî de hevrêyê me rastiya gelê me û Tevgera me baştir fêm kiriye û xwe ji bo rojên ku wê tevlî qadên pratîkî bibe amade kir. Hevrêyê me ji bo ku tevlî şer bibe hem di aliye leşkerî û hem jî di aliye îdeolojîk de lêhûrbûnên kûr jiyan û  perwerdeya xwe bi rengekî serketî qedand. Hevrêyê me yê ku ji bo di detayên jiyana gerîla de hakîmiyetek bi dest bixe kedek mezin raber kir, di qadên pratîkî de tecrûbe bi dest xist û her tim jiyana hevrêyên me yên şehîd ji bo xwe esas girt. Hevrêyê me her tim bi îdîaya zindî hiştina têkoşîn û bîranîna hevrêyên me yên ku di encama êrîşên çekên qedexekirî û gazên kîmyewî de şehîd bûne, tevgeriya û pêşniyar kir ku berê xwe bide qadên ku şer lê giran in. Hevrêyê me bi tevlîbûna xwe ya bi coş, lêhûrbûna xwe ya li ser taktîkên serdemê û sekna xwe ya fedekar û kedkar, her erka ku digirt bi hesasiyeteke mezin pêk dianî. Hevrêyê me tevî ku gerîlayek nû bû jî, bû xwedî pratîkek serketî û di demeke kurt de gihêşt wê astê ku berpirsyarî hilde. Hevrêyê me her kêliyê jiyanê mîna perwerdeyê girt dest û bi xwendina materyalên Partiyê re hewl da felsefeya Rêbertiyê me baştir fêm bike û li ser vê bingehê bû milîtanek Apoyî yê mînak. Hevrêyê me li herêma Xakûrkê di gelek xebatan de kedên mezin raber kirin û di nava şert û mercên herî zehmet de jî her tim hewl da li ser esasê çareseriyê nêz bibe. Hevrêyê me bi vê sekna xwe ji bo me mîrateyek a têkoşînê ya bêhempa hişt. Her tim li gorî berpirsyariyên pêvajoyê yên Partiya me di nav de derbas dibû, tevgeriya.

Hevrê Şoreş li herêma Xakûrkê ku cihê erka wî ya dawî bû, di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt. Hevrêyê me bi hevaltiya xwe ya sade, dilsoz û kûr, cihê xwe di nava dîroka têkoşîna me de girt û bi şehadeta xwe mîrateyek mezin ji me re hişt. Em soz didin ku têkoşîna wî heta serketinê bidomînin. Em ê bîranîna şehîdên xwe zindî bihêlin.”

 

1 Ji 5
- +
slide 1 to 5 of 5

1.

2.

3.

4.

5.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Çeteyan li Efrînê ciwanên xwepêşandan revandin

Nivîsa Pêş

HPG’ê nasnameya gerîlayê şehîd eşkere kir

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
HPG’ê nasnameya gerîlayê şehîd eşkere kir

HPG’ê nasnameya gerîlayê şehîd eşkere kir

Turnuvaya Futbolê ya Şehîd Armanc Cemre di 29ê Hezîranê de Dest Pê Dike

Turnuvaya Futbolê ya Şehîd Armanc Cemre di 29ê Hezîranê de Dest Pê Dike

Manşet

  • Li Kolnê standeke danasînê ji bo Festîvala Ciwanan a Lecwan Munzur hate vekirin.
  • Ciwanan Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk Xwendin: “Divê Em Rola Xwe ji bo Civaka Demokratîk Bilîzin”
  • Karwanê cenazeyê fermandar Nûredîn Sofî ber bi Qamişloyê ve bi rê ket
  • Cenazeyê yek ji pêşengên şoreşê Nûreddîn Sofî tînin Qamişloyê
  • Ciwanên li Qamîşloyê Perwerdehiya Xweparastinê Dibînin: “Em Amade ne ku Civaka xwe biparêzin”
  • Nivîskar Firaz Baran Bangek li ser Dîroka Meşa Dirêj Dike
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Halebê Civîna Xwe ya Şeş Mehî Lidarxist

Herî zêde hatine xwendin

  • Li Kolnê standeke danasînê ji bo Festîvala Ciwanan a Lecwan Munzur hate vekirin.

    Li Kolnê standeke danasînê ji bo Festîvala Ciwanan a Lecwan Munzur hate vekirin.

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG: Em pêşengê neteweya Kurd Nûreddîn Sofî û hevrê Bahtiyar Gabar bi hurmet bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Nivîskar Firaz Baran Bangek li ser Dîroka Meşa Dirêj Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên li Qamîşloyê Perwerdehiya Xweparastinê Dibînin: “Em Amade ne ku Civaka xwe biparêzin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Sê dilên paqij rê nîşanî me dan, îspat kirin ku parastina jîngehê û welat ne ji hev cuda ne.”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tîmên Jinên Ciwan ên Reqqa û Efrîn di Maçeke Dostane de Hatin Cem Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata ciwanan: Manîfestoya civaka demokratîk perspektîfa azadiyê pêşkêş dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Halebê Civîna Xwe ya Şeş Mehî Lidarxist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata “Dewlet, desthilatdarî û demokrasî” bi encamnameyekî bi dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.