SWÎSRE – Turnuvaya Futbolê ya Şehîd Armanc Cemre, ku li Lucerne, Swîsreyê di bin pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) de tê lidarxistin, dê di 29ê Hezîranê de dest pê bike. Turnuvaya ku alaqayekî mezin tê nîşandan hat ragihandin ku qeydkirin dê heta 27ê Hezîranê berdewam bike.
Ev turnuva, ku xweparastinek li dijî polîtîkayên asîmîlasyon, çavtirsandin û gendeliyê ye ku ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn pê re rû bi rû dimînin, ji rêxistineke werzîşê bêtir e. Çalakiya ku ji hêla TCŞ ve tê rêvebirin, armanc dike ku girêdana ciwanan bi têkoşîna civakî re xurt bike û ruhê kolektîf û çanda berxwedanê li qadê zindî bihêle.
TCŞ di daxuyaniya xwe de tekez kir ku turnuvayên futbolê yên ku bi awayekî şoreşgerî li gelek navendên Ewropayê têne organîzekirin, ji bo ku ciwanên Kurd werin cem hev, xwe rêxistin bikin û hişmendiya xwe ya siyasî erênîtir bihêlin, pir girîng in.
Ev turnuva di şexsê Armanc Cemre de ku di 17ê Tîrmeha 2022an de li herêmên parastina Medyayê şehîd bû, hemû şehîdên şoreşê bi bîr tîne û tekez dike ku dê nirxên şoreşgerî werin parastin û werzişvanî û hevgirtin dê di tevahiya çalakiyê de di rêza yekem de bin.