QAMIŞLO – Bi boneya nêzbûna salvegera şehadeta şehîd Zîlan (30’ê Hezîranê), Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûriyê li bajarê Qamişlo ji bo bîranîna şehîdên çalakiyên fedayî çalakiyekî li “Parka Azadî” lidarxist.
Di serî de ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê deqayekî rêzgirtin hat girtin. Piştî wê li ser wateya çalakiyên fedayî axaftinek hat kirin. Piştre li ser şehîdên çalakiyên fedayî dîmenekî hat temaşe kirin.