Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KJAR’ê bang kir: Komîte û saziyên girseyî li qada siyasî ya Îranê ava bikin

Edîtor: Nucan Serdoz
18/06/2025 - 12:53
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
KJAR’ê bang kir: Komîte û saziyên girseyî li qada siyasî ya Îranê ava bikin
ParvekeTweet

Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) derbarê şerê navbera Îran û Îsraîlê, daxuyaniyek belav kir.

Daxuyaniya KJAR’ê wiha ye:

“Di roja şeşemîn a şerê Îsraîl û Îranê de, Îsraîlê êrişeke mezin û giran li ser tesîsên leşkerî, navendên weşana medyaya Îranê û nexweşxaneyên li hin bajarên Îranê da destpêkirin û Komara Îslamî jî hin êrişên dijber pêk anî. Ev yek eşkere dike ku şer û pevçûn wê dewam bikin û wê zirarên mezintir ên canî û madî bi xwe re bînin.

Şer encama polîtîkayên pêşwext diyarkirî yên pergala kapîtalîst e ku bi hev re ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn re destpê kir û vê carê hikûmeta Îranê hedef girt. Bi destpêkirina şerê Îsraîlê li dijî Îranê, ew dixwazin rejîma Îranê neçar bikin ku li gel sîstema cîhanê guhertinan çêbike. Ango, armanca danûstandinan ew bû ku êrişên niha hatine destpêkirin rewa bikin.

Di navbera şerên netewe-dewletan de gelek jin û zarok tên qetilkirin û dibin qurbanî, şerê Îsraîl û Îranê jî ne cuda ye. Lê divê neyê jibîrkirin ku Komara Îslamî bi salane bi sepandina polîtîkayên darvekirinê, qetilkirina jinan, zêdekirina feqîriyê, bêkariyê li dijî civakê şer dike. Bi taybetî, em dikarin bibêjin ku di navbera rejîma Komara Îslamî û civakê de, bi taybetî di nav jinan de, valahiyek mezin çêbûye û di van şert û mercan de ev valahî kûrtir bûye.

Bêguman ev şer ne şerekî ji bo azadiya civakê ye, bi taybetî jî ya jinan, ti daxwazên civakê bi taybetî jî yên jinan, di rojeva Îsraîl û Îranê de nînin. Bikaranîna dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji aliyê nûnerên dewlet-netewan ve, qet nikare bibe mizgîniya azadiyê û rojên xweş ji bo civakê, bi taybetî jî ji bo jinan. Ew ti baldariyek nadin têkoşîna rasteqîn a jinan. Her wiha divê were zanîn ku ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ne dirûşmeyek ji bo teşwîqkirin û kişandina raya giştî ya Îranê bi taybetî jinan e. Ev ezmûna jiyana jin û mêran, ya ku ji bo parastina nasname û hebûna xwe, bi rihekî fedaî kolan veguherandine têkoşînê ye.

Têkoşînên demokratîk ên ku ji hêla jinan ve têne birêvebirin nîşan dane ku daxwazên wan bi pêkanîna jiyanek azad ji bo hemû beşên civaka Îranê re wekhev in û ev daxwaz tenê bi dawîanîna polîtîkayên navendîparêzî, olperestî, nijadperestî û neteweperestiyê dikarin werin bidestxistin. Şerê di navbera dewlet-netewe û sîstema kapîtalîst a cîhanî de heman hilbijartina di navbera ya herî xirab û ya herî xirab de ye ku her du alî jî li ser jinan ferz dikin. Tevî ku jinan ne tenê ji bo parastin û rêgirîkirina li vê zihniyetê dest bi têkoşîna xwe kirine jî, ew di heman demê de alîgir û pêşengên avakirina azadî û demokrasiya li Îran, herêmê û Rojhilata Navîn in. Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ mînakek eşkere ya têkoşîn û pêşengiya jinan ya ji bo demokratîzekirina civakê ye.

Ji bo bidestxistina azadiya civakê, bi taybetî jinan, KJAR hîn bêhtir girîngiyê dide rêxistinkirina civakê, bi taybetî jinan û tekez dike ku bê guman di nav têkoşîna desthilatdariyê ya pergala baviksalar de tu hêviyek ji bo azadî û wekheviyê tune ye. Ji ber vê yekê, em bang li hemû gel û beşên civakê dikin ku bi yekîtî û piştgiriyek mezintir komîte û saziyên girseyî li qada siyasî ya Îranê ava bikin. Her wiha em bang li hemû jinên di partî û rêxistinên azadîxwaz dikin ku bêhtir piştgiriyê bidin jinên Îranî. Li ser vê bingehê, ji bilî partiyên li Kurdistan û Îranê, rêxistinên girseyî yên li Îranê bi giştî gavek bingehînin ber bi avakirina demokrasiyê ve. Ji ber ku bêyî jinan em nikarin qala paşerojeke azad û wekhev ji bo gelên Îranê bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji aliyê Yêktîya Ciwanên Êzîdxanê ve ser Ekolojî seminer hat dayîn

Nivîsa Pêş

Endama SGDF MYK’ê Sînem Çelebî hat binçavkirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Endama SGDF MYK’ê Sînem Çelebî hat binçavkirin

Endama SGDF MYK'ê Sînem Çelebî hat binçavkirin

Jinên Ciwan ji bo azadiya Rêber APO çalakiyek hunerî organîze kir

Jinên Ciwan ji bo azadiya Rêber APO çalakiyek hunerî organîze kir

Manşet

  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Ezîz Şêx Elî oxir kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Koordînasyona Komalên Ciwan banga ‘vegera li welat’ li ciwanan kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.