ŞENGAL- Komîteya Werzîşê ya Ciwanên Ereb ên Şengalê, li Um El-Zîbanê lîga futbolê bi beşdariya tîmên ji gundên nêzîkî Um El-Zîbanê dan destpêkirin. Wan tekez kir ku ev lîg armanc dike ku xebatên werzîşê xurt bike û biratî û hevkariyê di navbera ciwanên herêmê de pêş bixe.