Enter your email Address

Pazartesi, Haziran 23, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
nuceciwan2@gmail.com
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Rêber Apo ji bo Jîneolojiyê name şand: Projeya min temam bûye, tişta dimîne pêkanîn e

Edîtor: Nucan Serdoz
09/06/2025 - 9:05
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Jineolojî, Kûr Bûyin, Manşet, Nûçe, Rêber APO
Reading Time: 6 mins read
A A
Rêber Apo ji bo Jîneolojiyê name şand: Projeya min temam bûye, tişta dimîne pêkanîn e
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN- Rêber APO, ku di nirxandin û peyamên xwe yên dîrokî de bal dikişîne ser hêz û pêşengiya jinê û dibêje ku dê pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” bi pêşengiya jinê bimeşe, nameyek ji bo Jîneolojiyê şand. Li gel nameyê Rêber APO şaxek gulê ya li hewşa girtîgeha Îmraliyê derketiye jî, şandiye. 

Jînolojî jî ku weke saziya zanista jinê li tevahiya Kurdistanê û cîhanê kar dimeşîne, name û şaxê gulê bi raya giştî re parve kir. 

Name wiha ye: 

“Min ji zarokatiya xwe ve hewl da ku ez bibim heval û rêhevalê jinê yê herî baş. Di têkiliya min û dayîka min de jî, lêgerîna min a ji bo jina azad dikare were dîtin. Ez girêdayî xeyalên xwe yên zarokatiyê mam, bi wî rengî min jiyan kir û têkoşîna azadiya jinê derxist holê. 

Dema ez nû anîm Girava Îmraliyê min gotibû; “Xebata min a derbarê jinê de projeyeke ku nîvçe maye ye”. Ev xebata min êdî temam bûye û tişta dimîne pêkanîna wê ye. Têkoşîna azadiya jinê mîrateyeke gelekî girîng afirandiye. Ev mîrate bi dayîna hezaran şehîdan heta roja îro hat û nirxek girîng ava kir.

Pêwîste bê zanîn ku min her tim xwest jin bijîn û ew bên jiyandin. Her windahiyek wan her tim ez êşandime. Ji bo min gotin, “Ew kurê xwedawendê ye”. Min jî xwest ez bibim kurekî (zarokekî)  hêjayî jinan. Vê yekê rêgeza (hêmana) bingehîn a têkoşîna min diyar kiriye. Min ji bo jinan, “Rêgeza Hêviyê” pêş xist. Min got, “Pêwîste her jinek azad bibe”. Wekî mêrekê min jî bi pîvanên etîk û estetîk ên li gorî azadiyê şekil girtine, xwe terbiye kir.

Min got, “Rêgeza bingehîn a Sosyalîzmê azadiya jinê ye”. 

Pîvana mêrekî ya sosyalîstbûnê jî ew e ku zanibe li gel jinê bi awayekî rast bijî. Ev rêgeza bingehîn a Sosyalîzmê ye. Di tecrubeyên sosyalîst ên di tevahiya dîrokê hatine jiyankirin de ev rêgez her tim kêm maye.  Ji Marks heta Stalîn, ji Mao heta Lenîn, eger pêwendiya tevahiya rêberên pêşeng a bi jinan re were lêkolînkirin, wê ev heqîqet hîn baştir were fêmkirin. 

Projeya min a nîvçe maye, bi Jîneolojiyê re jî meşiya. Min xwest bi vê teorî û têgehê pirsgirêka jinê rast pênase bikim. Wekî ku Budha gotiye; “Heta ku tu xençera di pişta civakê de dernexînî, tu nikarî qet tiştekî bikî”. Belê, gelek pirsgirêkên civakê hene, lê xencera di piştê de koletiya jinê ye û heta ku tu vê xencerê dernexînî, tu nikarî ti pirsgirêkan çareser bikî. 

Jîneolojiyê bi vê mebestê rêyek girîng derbas kiriye. Kedeke bi nirx hatiye dayîn. Niha pêwîste ev ked, bi pêvajoya nû re hîn zêdetir wateyê qezenç bike. Pêwîste hebûna jinê rast were pênasekirin û nasname û hebûna jinê bi rêbaza wekhevîbûnê bê nirxandin. 

Sîmon dibêje ya; “Wekî jin nayê dinê, dibe jin”. Pêwîste nasnameya jinê ya ku hatiya avakirin ji hêmanên zayendîperest were paqijkirin. Divê jin ji bo vê yekê lêhûrbûn bikin. Eynî wekî ku V. Woolf gotiye; divê odeyek aydê jinê bi xwe hebe. Pêwîste derbarê xwe de bifikire û karibe xwe ava bike. Ez dizanim jinbûn çiqas zehmet e û bi vê zanebûnê viya dibêjim. Dema di bin çanda tecawîzê ya zilam de jiyan dike, bi awayekî azad xwe avakirin, ji bo jinê zehmet e. Lê jin vê rastiya şewitîner qasî min bi êşkişandinê, bi hêrsbûnê hîs dikin yan na, ez nizanim. Ez bi vê hêrsbûnê her roj bi awayekî fikrî xwe nû dikim, çareseriyê hildiberînim û ji bo ku jin bi awayekî azad bijî, dijîm. Wateya jiyanê li cem min bi vî rengî rasteqîniyê qezenç dike. 

Tê gotin ku femînîst dibêjin çima mêrek pêşengiya tevgera jin a Kurd dike. Mafdar in, xweziya jinan karîbûya ev pêşengî bikiraya. Min jî ev gelekî dixwest. Mixabin li derveyî tevgera Kurd jî, bi giştî jî hîn ev pêşengtî derneketiye holê. Min her tim got, divê jina azad çawa be û ji bo wê proje, teorî çêkirin; min bîrdoziya azadiya jinê û Jîneolojî pêş xist, min ev gihad hêza rêxistinbûnê. Min ji bo veguherandina mêr û bi rêya jinê azadkirina civakê hewldan kir, xebat meşand. Ji bo ku bibim zarokekî hêjayî xwedawendan, min ev yek kiriye. Ez bendewarim ku min bi vê rastiya min, bi awayekî rast fêm bikin. 

Ez dizanim ku wê jin pêşengiya pêvajoya “Aştî û demokrasiye” ya ku em hewl didin pêş bixin, bikin.

Ew xwediyên ji nîviyê zêdetirî serkeftinên ku heta niha hatine bidestxistin in. Bawer dikim ku wê ji niha û pê de jî pêşengiyê bikin û dibêjim ku ji niha û pê de jî, ez ê her tim qasî ku hun pêdivî dibînin bi we re bijîm û bi we re bim.” 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

PKK: Em bang dikin ku li dora Rêber Apo hîn bi xurtî bicivin!

Nivîsa Pêş

Festîvala Ciwanan a Engin Sincer li Marsîlyayê bi Coş, Berxwedan û Daxwazên Azadiyê Bi Dawî Bû

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Festîvala Ciwanan a Engin Sincer li Marsîlyayê bi Coş, Berxwedan û Daxwazên Azadiyê Bi Dawî Bû

Festîvala Ciwanan a Engin Sincer li Marsîlyayê bi Coş, Berxwedan û Daxwazên Azadiyê Bi Dawî Bû

Endamên Yekitiya Jinên Ciwan ên Hesekê pirtûkên Rêber APO belav dikin

Endamên Yekitiya Jinên Ciwan ên Hesekê pirtûkên Rêber APO belav dikin

Manşet

  • Ciwanên Til Koçer li ser ramanê Rêber Apo perwerde dibînin
  • Bi pêşengehekê çand û mîrateya Jjinên DêraZorê hat nîşandan
  • Kampa Xwebûn a Herêmên Firatê bi dawî bû
  • HPG-NRÇ’ê 4 şehîd bi rêzdarî bi bîr anî
  • Serlêdanên ji bo ezmûnên dibistana amadehî dest pêkir
  • Ciwanên PYD’ê: Hesab ji sûcdaran bixwazin
  • Li Mexmûrê Turnuvaya Voleybolê bi navê Şehîd Rıza û Şehîd Fuat

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê 4 şehîd bi rêzdarî bi bîr anî

    HPG-NRÇ’ê 4 şehîd bi rêzdarî bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên PYD’ê: Hesab ji sûcdaran bixwazin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Serlêdanên ji bo ezmûnên dibistana amadehî dest pêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mexmûrê Turnuvaya Voleybolê bi navê Şehîd Rıza û Şehîd Fuat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Portre: Ji Bo Bîranîna Şehîd Vejîn Jîyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 5’êmin Festîvala Şehîd Zîlan ya jinên ciwan tê li darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Heseke Jinên Ciwan amadekariya Festîvala Şehîd Zîlan dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi pêşengehekê çand û mîrateya Jjinên DêraZorê hat nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şeva fîlimê ji endamên ciwanên CKF

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Turnoveya Pîng Pong a ciwanan li Qamişlo didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.