HESEKE – Yekîtiya Jinên Ciwan li kampên penaberan ên ji Serekaniyê yên li bajarê Hesekê dijîn ji bo belavkirina fikir û felsefeya Rêber APO standekê ku ji pirtûkên Rêber APO û ji kovara Yekitiya Jinên Ciwan pêk tê vekirin.
Di bin çerçoveya pêngava “Ji Rêber APO re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” jinên ciwan ji bo azadiya Rêber APO çalakîyekî di nav gelê Hesekê de belavkirina pirtûkên Rêber APO lidarxistin. Di standê de derweyê pirtûkan jinên ciwan bazinên ku bi keda destên xwe çêkiribûn jî belav kirin.
Standa pirtûka ji derdorê alaqeyekê mezin dît. Çalakî wê li qadên dîtir ên bajêr were berdewam kirin.