NAVENDA NUÇEYAN- Endamê Lijneya Rêveberiya Giştî ya Meclîsa Ciwanan a Partiya DEMê û endamê PMê Livan Orman hate binçavkirin.
Livan Orman, endamê Komîteya Rêveberiya Giştî ya Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM) û endamê Meclîsa Partiyê (PM) ya partiyê, li navçeya Esenyurt a Stenbolê hate binçavkirin. Nehat hînbûn ku Orman bi çi hincetan hatiye binçavkirin û birine ku derê.
Meclîsa Ciwanan a Partiya DEMê derbarê pêvajoya binçavkirinê de li ser medyaya civakî daxuyaniyek da û got, “Endama Lijneya Rêveberiya Giştî ya Meclîsa me û endama Meclîsa Partiyê ya partiya me Livan Orman li Stenbolê bi kelepçe û îşkenceyê hat binçavkirin. Têkoşîna ciwanan bi zext û îşkenceyê nehat rawestandin, ew her tim pêş ket! Têkoşîna me nayê krîmînalîzekirin.”