NAVENDA NÛÇEYAN – Dosya Taybet: Komîn çi ye?
“Dema em behsa Komîn dikin despêkê girign ew ê ku ev ne tiştekê ku em ji nû vê ava dikin.
Peyva ‘’Komîn’’ ji Kom an jî Kombûnê tê. Yanî dema grupekê insan bi hev dû re jiyan dikin an jî karekê bi ve re dikin ev dibe komek. Ama ev kom jî di heman demê de dibe komîn? Ev kom hîn nebûnê komîn weke komîn yên ku em behs dikin dema em dibejin Konferdalîzma Demokratîk. Ji ber ku hîn xalên giring hene ji bo kombûnekê wiha bibe komînekê.
Bi xwe ev kombûn ku me behs kir, tiştekê ku niha jî di nav me da heye. Minak taxekê, cirantî, komekê ku bi hev re sporê dikin an jî sinfekê di dibistanê. Ev hemû kombûnên însanên ku tiştekê bi hev re dikin. Ama me got ev hîn komîn nîn in. Ji ber ku ev kombûn piranî bi karekê re sînordar dimînin. Hedefa komîn ên ku weke em behs dikin ewê ku jiyana civakekê bi giştî bi rêxistin bike.
Em sîstema komîn di minakê gûndekê de şirovê bikin.
Giringê ku em nas bikin em çima xwe di nava komînan de bi rêxistin bikin. Ev demekê pir direj, hema nezî 5000 sal, civak xwe bi rêv nebirye. Hertim hineka dest avetin hertiştî ku ji bo xwe bikaranîn, yanî desthilatdarî. Ama berî ev despê bike civak bi awahike komînal jiyanê xwe domand. Heya îro jî şopên vê jiyanê hene. Vê demê, jiyan komînal bû. ‘’Komînal’’, peyva komîn jî ji vir tê. Jiyanekê komînal çawa ye?
Jiyanekê komînal tê wate ku grupekê ku bi hev re jiyan dikin heman pîvan û hedef parv dikin. Yanî hemû kes di gundekê de dibin endamên xwezayî ya komînê. Di kuderê de kar bike jî, herkes endamê komînê ye. Bingeha jiyana wan, pîvanên wan in. Pîvanê serekê jî ewê ku yek bê civak nabe, civak jî bê yekê nabe. Ev tê çi wate?
Ev tê wate ku em bê civak nikarin jiyan bikin, yanî bê ku em bi hineka din werin li cem hevdû jiyana me ne gengaze ye. Ev pîvan jî bingeha xwe ji çanda me digrin. Rêzdayîn li hemberî hevdû, îradeya jin esas girtin, bi hevdû re alîkarbûn û dîrok û çanda xwe parastin rênişanê me ne. Em lazime vegerîn kokên çanda xwe, wan biparezin û li herderê belav bikin.
Yek ji pîvanên din yên esasî ji bo jiyanekê komînal ewê ku yek bê kar namîne. Herkes ji bo komîna xwe ked dide, çi ji destê kî were dike. Li gorî hêz û zanebûna xwe herkes karê xwe dike û wisa hevdû tamam dikin.
Komîn li ser vê bingehê karê xwe despê dikin. Niha karê serekê ya komînê rêxistinkirina jiyana rojanê ye. Ama em vir behsa nan û mazot belavkirinê nakin. Wateya komîn ji vê mezintire. Ji bo karibê vê erkê xwe pêk bîne, di nav komînê de li gorî pêwistiyên komite tên rêxistinkirin. Di piranî komînan de komiteyên weke xweparastin, ekolojî, aborî, perwerde, jin û ciwan û hwd. hene ama ev komite dikarin li gorî pêwistî jî werin ser zedê kirin. Endamên komîtê hemû di gûnd de jiyan dikin û kêlekê karê komînê jî bi karê xwe re mijûl dibin. Her komite li gorî berpirsiyartiya xwe kar dike. Minak komiteya xwe parastin nobetên nav gund de eyar dike, berpirsiyarê ewlehiya gûndê ye. An jî komiteya aborî bi pêwstiyên her malê re mijûl dibe. Di vir de giringê ku em bejin ku komîn jî di heman demê de wekê koperatîfek e. Koperatîf çiye? Disa ger em wateya peyvê ‘’koperatîf’’ meyze bikin ev tê watê bi hevdû re kar kirin e. Hemû gûnd bi hev dû re kar dike, her yek di karekê de xwe pispor dike û wisa hemû pêwistiyên gûnd tên temam kirin. Bexçeyên komînal hene, herkes li van xwedî derdikeve û berhemê vê jî ji bo hemuya ne.
Ji nav endamên komînê berdefk tên hilbijartin, ev hilbijartin li gorê sistema hevserokatî pêk tên. Herdû Hevserok di Meclîsê de temsîlyeta komîna xwe dikin. Di Meclîsê de berdefkên komînê kom dibin û bi hevdû re rewşên heyî niqaş dikin. Biryarên ku komînekê di nav xwe de digre nikare ji aliyê Meclîsê vê were vala derxistin. Di heman demê de biryarên komînekê dikarin bibin biryara hemû komînan. Minak ger komînekê birayar digre ku çopê xwe nema biavejê herdere ama di cihekê diyar de kom bike û wisa derdorê xwe paqîj bihelê, komînên din jî vê esas digrin û nav xwe de pêk tînin.
Ji bo sistema komîn dikare bi kok bibe û were pêkanîn, herî giring ewe ku em hişmendiyekê hevbeş a demokratîk û azad ava bikin. Ji bo taybetmendiyên moderniteya kapîtalîst wekê ezeztî, mulkperestî an jî zayendperestî di komînan de cih nîne. Komîn ne tenê cihê çareserkirina pirsgireka ye ama diha zedêtîr cihê avakirina jiyana azad e. Giringê ku em bibînin ku di sistema komînê de em xwe hevîya hêzekê ji dervê nahêlin, pêwistiyên heyî em bi xwe temam dikin, em ji bo ewlehîya xwe bi xwe berpirsiyarên û pirsgirekên xwe em bi xwe çareser dikin. Ev îradeya gelê azadê ye.”