ŞENGAL – Li Şengal, gundê Til Azer, ciwanên Êzidî civînek derbarê peyamên dawî ên Rêber APO lidarxistin. Civîn ji aliyê Yekîtiya Ciwanên Êzîdxan (YCÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwan Şengalê (YJCŞ) hat organize kirin û bi deqeyekê rêzgirtin ji bo her dû pêşengên PKK, Şehîd Ali Haydar Kaytan û Şehîd Riza Altun destpêkir. Di civînê de peyama Rêber APO ji bo civaka Êzidî û ji bo ciwanan hatin xwendin. Ji bo rast fêhm kirin, xwedî derketin û rast pêkanîna peyamên Rêber APO wek ciwanên Êzidî nirxandin çêbûn. Bi taybet giringî li ser rol û misiyona ciwanan di pevajoya Aştî û Civaka Demokratîk hate dayin.
Rêber APO di nameyê xwe de ji bo ciwanan got : ‘Rexistinkirin karê herî girîng e. Ger hûn nekin, ez ê we gelek rexne bikim. Ji ber vê yekê hûn ê li her derê rêxistin bikin, hûn ê li her derê xwe rêxistin bikin’. Bi taybet jî ev banga Rêber APO ya rêxistinkirina ciwanan di nirxandinên vê civînê de hatiye dest girtin. Di dawiyê de ciwanên Êzidî keyfxweşiya xwe ji bo silavên Rêber APO anîn ser ziman û bi helwesta xurtkirina têkoşîn û rexistina xwe silavên xwe ji Rêber APO re şandin.