KOLN – Endamên TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger) ên li bajarê Koln (ê Almanya) ragihandinin ku ew ê di 24ê Gulanê de saet di 16:00an de li Koln Hauptbahnhof (Breslauer Platz) werin cem hev û dest bi meşekê bikin.
Ciwanan ku banga meşê di çarçoveya pêngava “Azadî ji Rêber APO re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re” kirin gotin; “Wekî ku em hemî dizanin, Rêber APO 26 sal in di bin tecrîdek giran de ye. Rêber APO pêvajoyek nû dest pê kiriye. Di vê pêvajoya ku dest pê kiriye de tiştê herî girîng ji bo me azadiya fîzîkî ya Rêber APO ye. Ji ber vê yekê, wekî Ciwanên Endam ên TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger), em hemî gelê xwe, bi taybetî ciwanên Kurd, vedixwînin ku beşdarî vê meşê bibin.”