NAVENDA NÛÇEYAN – Kovara Jinên Ciwan ên Welatparêz di hejmara xwe ya Gulan-Hezîran bi mijara “Civaka Demokratîk” xwendevanên xwe pêşwazî dike.
Kovar bi şîara “Hûn ê Li Her Derê Xwe Birêxistin Bikin, Hûn ê Li Her Derê Rêxistin Bikin” bi hejmareke nû bi we re ye.
Di çarçoveya mijara “Civaka Demokratîk” de, gelek gotar, analîz, nirxandin û perspektîfên li ser şehîdên mezin ên Hezîran û Gulanê, ku Şervanên Modernîteya Demokratîk û Afirînerên Xeta Fedakariyê ne, tê pêşkeşkirin. Kovara, ku li ser mijara Civaka Demokratîk disekine, rê û rêbazên bihêz ji bo jinên ciwan destnîşan dike da ku vê pêvajoya dîrokî bi Talîmatên Rêber APO, Perspektîfa Jinên Ciwan û Perspektîfa Zanîngehê bi serkeftî tacîdar bikin.
Talîmatên Rêbertiyê yên bi sernavê “Çareseriya Modernîteya Demokratîk di Pirsgirêka Jinan û Şoreşê de Bi israr û çalak e” û Perspektîfa Jinên Ciwan a bi sernavê “Erka Me ya Serdemê ya Herî Girîng Rêxistinkirina Xwe ye û Rêxistinkirina Li Her Derê ye” di vê pêvajoyê de pusula jinên ciwan in.
Kovar dê bi du gotarên cuda di Kategoriya Dosyayê de bi we re ye. Her wiha rastiya fedakariya Şehîd Gulan Garzan di Kategoriya Portreyê de vedihewîne. Di Kategoriya Jîneolojiyê ya Kovara Yurtsever Genç Kadın de, hûn dikarin gotara Çiğdem Doğu ya bi sernavê “Mêzekirina Jinan û Em Ji Kur Dinêrin?”, di Kategoriya Modernîteya Kapîtalîst de gotara Hevi Koçero ya bi sernavê “Ji Lêgerîna Milkê Xwediyê Xwe Ber Bi Xwebûnê Ve”, û di Kategoriya Çand û Hunerê de jî “Çanda Berxwedana Zapê” cîh digre.
Kovara Jinên Ciwan ên Welatparêz dê di hejmarên xwe yên nû de jî hişmendiya rêxistinbûnê bidomîne.
Hûn dikarin ji navnîşanên jêrîn bigihîjin kovarê:
https://t.me/jinenciwanturk
https://t.me/yurtsevergenckadin