HESEKÊ- Koma Hemahengiyê ya Parastina Jîngehê ji sala 2015’an pêngaveke çandina daran bi navê “Bi hev re ber bi civakeke hêşîn ve” li dar dixe. Koma Hemahengiyê di çarçoveya pêngava xwe ya îsal de sedan dar li bajarê Hesekê çandin.
Doh jî li ser kelekên reyên Hesekê de nêzî 100 dar hatin çandin. Her wiha darên ku berî de hatibûn çandin derdora wan hatin paqıjkirin û dar hatin avdan.
Koma Hemahengiyê hewl dide di salên pêş de pêngava parastina jîngehê berfireh bike, qada şînkahiyê zêde bike û çanda çandina daran belav bike.