STRASBÛRG – Li bajarê Strasbourg ê Fransayê, endamên ciwan ên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ji bo balê bikişînin ser paradîgmaya Modernîteya Demokratîk a Rêber APO standeke agahdarkirinê vekirin.
Çalakî li Place Kléber dest pê kir. Ciwanan belavokên ku bi zimanên Fransî, Kurdî û Tirkî hatibûn amadekirin li xelkê meydanê belav kirin û li ser “Banga ji bo Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo daxuyanî dan.
Ciwanên ku ji aliyê gel ve bi eleqeyeke mezin hatin pêşwazîkirin, li qadê gelek caran muzîka Kurdî lêdixistin û bi stranên li ser Rêber APO kampanyaya xwe ya hişyarkirinê domandin.