NAVENDA NÛÇEYAN- Endama Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî, li ser pêvajoya Aştî û Demokrasiyê ya ku ji aliyê Rêber APO ve hatiye destpêkirin, ji ajansa me re axivî.
Xeyrî diyar kir ku ew wekî gelê Êzidî beşdarî projeya Rêber APO bûne û got, “Wekî jinên Êzidî, em têkoşîn, berxwedana xwe, hemû îrade û wêrekiya xwe nîşan didin.”
Lîza Xeyrî di axaftina xwe de şehîdê Aştî û Demokrasiyê Sirri Sureyya Onder bi bîr anî û sersaxî ji malbata wî û Rêber APO re xwest.
Lîza Xeyrî di axaftina xwe de bal kişand ser peyama ku Rêber APO ji gelê Êzidî re şandiye û got, “Miletê Êzidî û gelê Şengal beşek ji vê projeyê ne. Em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin vê pêvajoya demokratîk.”
Jina ciwan behsa êrîşên dawî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê jî kir û got, “Tevî ku HPG’ê agirbest îlan kir jî, di demên dawî degelek êrîş li dijî gerîlayan çêbûn. Şer û pevçûn çêbûn û çekên qedexekirî hatin bikaranîn. Em van êrîşan bi tundî şermezar dikin, em li dijî vê ne û wekî jin em ê heta dawiyê projeya Rêber APO biparêzin.”