HALEP- Jinên ciwan ên Halebê ji bo xwenaskirin weke jinên ciwan, di çarçoveyê fikir û felsefeya Rêber APO de, kampekî 3 rojan bi dirûşmeya “Bi Eşq û Silavên Rojê re Xwebûn” li darxist. Ev kamp di çarçoveya hemleya ‘Ji Bo Azadiyê, Dem Dema Pêşengtiyê ye’ pêk hat.
Di roja yekem a çalakiyê de komên jinên ciwan dest bi çêkirina pankartên bi nivîsên “Bi Eşq û Silavên Rojê re Xwebûn”, “Jin, Jiyan, Azadî” kirin û pankart bi kulîlk û gulan hatin xemilandin.
Di mufredata kampê ya 3 rojan de gelek çalakiyên bîrdozî, hunerî û werzîşî hebûn. Her wiha jinên ciwan li ser gelek mijaran komxebat û nîqaş li dar xistin.
Di roja yekem a kampê de jinên ciwan di bin sernavê mijara “Çi hat serê Xwedawendan?” de hatin cem hev. Li vir armanc ew bu ku hestên welatparêziyê di jinên ciwan de werin avakirin. Di vê çarçoveyê de jinên ciwan li gelek cihên dîrokî geriyan. Li van cihên dîrokî şopa jinan hat lêgerîn û lêkolînkirin. Her wiha di dersên li ser vê mijarê de 9 katmanên jiyana jinan a di dîrokê de yek bi yek hat nîqaşkirin.
Di roja duyemîn a kampê de jinên ciwan pirsên ser navê “Jin kî ye?” Jin çi ye? mijarê de hatin cem hev. Di saetên destpêkê yên dersê de peyama Rêber APO ya 8’ê Adarê hat xwendin.
Di roja sêyemîn û dawî ya kampê de jinên ciwan di bin mijara “Jin Çî Dixwazin” de atolyeyek li dar xistin. Jinên ciwan li ser çawaniya avakirina jiyana azad ji bo pêşeroja xwe nîqaş kirin. Di nîqaşan de ku bal hat kişandin ser avakirina Neteweya Demokratîk, hate destnîşankirin ku divê ciwan û jin pêşengiya xebatên înşayê bikin.