TEPQA – Yekitiya Jinên Ciwan li Tepqa kampa Xwebûn ji bo 3 rojan organîze kirin.
Komîteya amadekar diyar kir ku armanca kampa Xwebûn bi îdeolojiya Rêber APO jinên ciwan ji xwe bawer bibin û xwe baştir nas bikin. Ji ber vê yekê di destpêkê de semînerek li ser dîroka jinê bi taybet xwedawendan hate lidarxistin da ku jinên ciwan jî xwe di dîrokê de bibînin. Her wiha ji bo beşa dîrokî ya kampa Xwebûn , kela dîrokî ya Tepqayê hat ziyaretkirin. Di rojên din de jinên ciwan îdeolojiya azadiya jinê ya Rêber APO xwendin û ji Rêber APO re name nivîsandin. Di dawiyê de jinên ciwan hatin cem hev û moralek biçûk li dar xistin.