DİRBÊSİYÊ- Yekitiya Jinên Ciwan li bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê, bi beşdariya şênî, ciwan, endamên sazî û meclisan şevbuhêrkek hunerî li Parka Şehîd Zevîn li dar xist. Şevbuhêrk di çarçoveya çalakiyên bi navê “Ji bo azadiyê dem dema pêşengtiyê ye” de, hat organîzekirin.
Di şevbuhêrkê de koma Şehîd Mervan a Zarokan û koma Şehîd Zîlan a Tevgera Çand û Hunerê ya bajêr stran gotin, helbestvan Remziye Remendan û gelek jinên ciwan helbestên xwe xwendin.
Di şevbuhêrkê de şadî û kêfxweşiyê xwe da der û li ber stranan dîlan hat gerandin.