NAVENDA NUÇEYAN- Ji pênûda Swaro Şaho
“Tirsa di fikrê de di bingehê hemû tirsan de heye. Di bingeha hemû dogmayan de jî hişkber bûyîna fikir û raman, pêşiya veguherîna diyalektîkî astenge. Dogmatîzm jehrekî wisaye kû dikare çavkaniya herî afrêner û dewlemend jî hişk bike. Di nava rûpelên dîroka mirovahiyê de olperestî, netewperestî, zanistperestî û zayendperestî kevirên esasî yên dîwarên dogmatîzmên e. Ew kevirên hişkberin kû hiştine weke hişmendî dogmatîzm her kû diçe di nav ferd û civakê de zêdetir kûr bibe.
Rêber APO dibêje ez ji îdeolojiya baviksalar nefret dikim. Civaka bavikanî ji dogmatîzmên zîhnî hêzeke mezin digire. Hêz û bedena jin û ciwanan kû pêşengên civakêne weke dixwazin bi kar tînin. Ev hewcehîştina ciwanan heta îro jî zêdetir dewam dike. Serdestiya îdeolojî û tecrûbeyê bi hêsanî nayê şikandin. Xwestina ciwanan a azadiyê jî bingehê wê ji vê rastiya dîrokî tê. Ji zanyarên berê heta ilimdarên îro û saziyên wan, agahî û zanebûn ji ciwanan vedizîne. Agahiyên didin, zêdetir ji bo tevizandin û hewcehîştina ciwan e. Sîstemên zordarî û polîtîk ên propagandayê, îdeolojî û taktîk ên li ser jinê têne meşandin, hemû ji bo ciwanan jî têne ceribandin. Xwesteka ciwanan a azadiyê, ne ku ji temenê wan tê, ji vê rewşa zordar a sîstemê kû ketiyê nava hişmendî û feraseta civakê tê. Gotinên mîna; beredayî, serxweş û hwd. ji bo biçûkxistina ciwanan hatine bi kar anîn. Nexwe ti têkiliya wê bi rastiyê re nîne. Dîsa ji bo hêza ciwan berê xwe nede sîstemê û nîzama serdest zirarê nebîne, ciwan bi seksê re tê mijûl kirin û xerîzeya wî bênavber tê araste kirin, bi dogmayên bêzanebûn û hişk ve tên girêdan. Ciwantiyeke ber bi azadiyê ve ketibe rê, zehmete pêşî lê were girtin. Li serê sîsteman xeterî û rîska herî mezin ciwan in. Di tevahiya dîrokê de bi navê perwerdê ciwantî kirine qurban û tiştên ku aqil jê nagire û xeyal nayên kirin, bi serê ciwan de anîne. Di pêşketina civaka hîyarerşîk de piştî jinê vê rewşa ciwanan roleke diyarker lîstiye. Sîstema ku ciwan xistin bin destê xwe heta dawiyê ji xwe piştrast e. Pişt re sîstemên civaka dewletparêz hatin û hemûyan bi heman awayî kirinên xwe li ser ciwanan ferz kirin. Ciwantiyeke mejiyê xwe hatibe tevizandin û şuştin, mumkîne her kar pê bê kirin. Şer jî di nav de, her karê zehmet dikare bike.
Wek şîroveya dogmatîk a rêbaza diyalektîkê, bi vî awayî mirov nikare bi tevahî li dîrokê serwext bibe.
Dogmatîzma dewletên netewe û dogmatîzma ku modernîteya kapîtalîst liser ferd û civak ferz dike xirabtirin û kûrtrîn dogmatîzma dîrokê ye. Bi rêya çanda girseyî û jiyana lîberal zêhnê mirovan teslîm digre. Dîrokên netewperstî, şovenîst ku ji aliyê desthilatdarên wekî Hitler, Musolînî, Franko û roja me ya îro de şovenîzma li Tirkiye, mirovan li hemberî rastiyan serkorî dikin û tine dihesibînin, çolên nû yên zêhnî afirandin. Nîşaneyên vê yekê wekî li tirkiye û pir welatên din ruxmê ku el dinava krîzekê mezin ya aborî, exlaqî, çandî û civakî de ne jî dest ji înkar û îmahayê bernadin.
Êdî bi awayên berê em weke ciwan pêwîste nefirkrin û nejîn, di encama sentezekê de bi nirxên nû û bi formên nû bijîn. Ji holê ranebûne, bi reng û awayên xwe yên guhertî bijîn. Ji bo ciwanan di nav diyalektîka dogmatîk de nefetisin û bûyerên dîrokî rast şîrove bikin, divê aliyê hilbijartina rêbazê de esnek nêz bibin.
Rêber APO weke ciwanek dest bi têkoşînê kir ji wan dogmatîkên pozitivîst xwe rizgar kir. Bi xwendinên xwe yên dîrokî, lêkolîn, tehlîl kirin û diyalektîka felsefîk û sosyolojîk a xwe hertim hişyar bû kû nekeve nava xefikên sîstema modernîteya kapîtalîst. Piştî ku li dijî systema modernîteya kapîtalîst bênavber têkoşîn kir li ser şopa dîroka mirovahiyê alternatîf afirand. Li ser rêya şaristaniya demokratîk, modernîteya demokratîk civak demokratîk kirin û neteweya demokratîk şîn kirin û bi vê rengê bû nexşerêya têkoşîna apogerî.
Fikrên dîroka dînperest û milletperest ji pêşkêşkirina dogmayan wêdetir, vegotinekê pêşkêş nakin. Xwedîderketina li sosyolojiya çanda Rojhilata Navîn çiqasî girîng be, encamên derkevin holê jî wê ji bo alîkarîdayîna zanista sosyolojiyê jî ewçend mezin be. Rexnekirina dewleta netewe û îdeolojî çiqasî girîng be, pêşkêşkirina alternatîfa wê wezîfeyeke ji wê jî girîngtir e. Di herhalî de wexta alternatîfek were danîn, ji prensîpên bingehîn a divê li ber çav bê girtin a yekemîn, yekparebûna çandê ye.”